Meclisa PJAKê piştgiriya xwe ya ji bo hemû hewldanên demokratîk yên dijî dîktatoriyê anî ziman û got ku meşa azadiyê ya gelên Îranê wê bi yekîtiya demokratîk bi ser bikeve.”
Meclisa Partiya Jiyana Azad ya Demokratîk (PJAK) têkildarî xwepêşandanên gel ên li seranserî Îran û rojhilatê Kurdistanê ku nêzî 5 roj in dewam dike û her diçe belav dibe daxuyaniyek da.
PJAKê bal kişand ku raperîna nû ya gelan ya 28ê kanûna 2025an ji bo şermezarkirina siyaseta Komara Îslamî ya aborî jiyana civakê ya herêmê destpê kir û got: “Komara Îslamê nêzîkî nîv sedsale bi rêya polîtkayên qetilkirin, çewsandin, bêdengkirin û parçekirina civakê hemû civakên Îranê ji hev parçe bike. Komara Îslamî ya Îranê bi şêwazên cuda cuda ya siyasî krîzên civakî çêdike ku li ser desthilatê bimîne. Di nêzîkî nîv sedsalî de, Komara Îslamî hewl daye ku bi rêya polîtîkayên kuştin, tepeserkirin û bêdengkirinê, û her weha bi rêya polarîzasyona civakê û feqîrkirina xelkê, hêza civaka Îranê parçe bike.”
PJAKê got: “Komara Îranê di warê aborî de bi talankirina hemû dewlemendiyên Îranê, bikaranîna wê ya ji bo şer, destwerdanên karubarên welatên din û piştgirîkirina komên çete yên tundraw bûye sedemê krîzên aborî li Îranê.
Her cûre helwest, têkoşîn û serhildana gel, nasname û neteweyekê di vê rewşa bê çalak û krîzê de wê bibe denge têkoşîna hemû beşên din yên civaka Îranê ku zext û zilm lê tê kirin. Ji bo derbasbûna ji krîzan û çareserkirina pirsgirêkan ji derveyuî yekîtî û xwedîderketina li hev ti rêyek din nîne. Ev berdewama Şoreşa Jin, Jiyan Azadî ye. Pêkhate çiqasî yekgirtî be çarenûsa me jî bi têkoşîneke pir reng û yekgirtî ve girêdayî ye. Em PJAK ku felsefeya me ya serekî ‘Jin, Jiyan, Azadî’ ye, li gel pir rengiyê ne û piştgiriya xwe ya temam ji bo hemû hewldanên demokratîk yên li dijî diktatoriyê nîşan didin û balê dikişinin ser van xalan:
– Wê hemû hewldanên Komara Îslamî ya ji bo bêdengkirina daxwazên rewa yên gel bê encam bimînin. Divê em bizanibin ku di encam têkoşîn û îradeya gel de desthilatê denge şoreşa gel bihîstiye û ji bilî teslîmbûna li hemberî daxwazên gel ti çareyek ya wan nemaye.
– Her serhildan û tevgerek ku li Îranê pêk were, berdewama Şoreşa ‘Jin, Jiyan, Azadî’ ye û daxwaza azadiyê û redkirina navendîbûn, cudakariyê ye. Her hewldanek berovajî vê hewldana şaşkirin û dizîna rastiya şoreşa gelane.
-Şoreşa ‘Jin, Jiyan, Azadî’ li ser prensîba ti nasname, têkoşîn û daxwazên biçûk bê wate nabîne. Neteweyên li Îranê 100 salin di bin zilm, zoriyê de ne û îro mafê xwe dixwazin. Her têkoşînek li dijî dîtatoriyê weke gaveke ya bi dest xistina maf û azadiyê dibîne.
– Ji bo ev serhildana gel bi awayeke baş li ser bingehek demokratîk berdewam bike, divê pêşengtiya jin û ciwanan ji xwe re esas bigirin. Tişta ku jiyaneke azad garantî dike û destkeftiyan diparêze têkoşîna azadiya jinê ye. Jin, xwedevanên zanîngehê û xwendevan hem rêber û hem jî hêza şoreşê ne.
Em di vê baweriyê de ne ku gelên Îranê Şoreşa ‘Jin, Jiyan Azadî’ vebijêrka xwe ya dawî dizanin ji bo demokrasî û jiyana azad. Meşa azadiyê ya gelên Îranê wê bi yekîtiya demokratîk bi ser bikeve.”













