Platforma Jinan a Enqereyê bernameya xwe ya 8ê Adarê aşkere kir. Jin dê di 8ê Adarê seat 15.00an de meşekê li dar bixin û daxuyanî bidin.
Platforma Jinan a Enqereyê, bernameya çalakiyên 8ê Adarê Roja Jinên Cîhanê bi daxuyaniyeke eşkere kir. Jinan beriya daxuyaniyê li navçeya Çankayayê belavok belav kirin û piştrê jî bi berzkirina dirûşmeyan hatin li cem peykere Mafê Mirovan a li navçeya Çankayayê û daxuyanî dan. Di daxuyaniyê de pankarta “Li dijî tundî, metîngerî û şer têkoşîna me sînoran derbas dike” hat vekirin. Jinan bê navber dirûşmên, “Hezar silav ji jinên li Rojava li ber xwe didin re”, “Kuştina jinan polîtîk e”, “Em natirsin, bêdeng namînin û serî natewînin” û “Jin Jiyan azadî” berz kirin.
Metna daxuyaniyê endama platformê Eylul Soyluoğlu xwend. Eylul Soyluoglu bi lêv kir ku li dijî tundî, kuştin û tunehesibandina jinan ew ê di 8ê Adarê de li qadan bin. Eylul Soyluoglu tekildarî çalakiyên 8ê Adarê jî da zanîn ku ew ê her roj bi belavkirina belavokan, jinan vexwînin çalakiyên 8ê Adarê û di 8ê Adarê. Jin diyar kirin ku ew ê di 8ê Adarê seat 15.00an de meşekê li dar bixin û daxuyaniyê bidin.















