Platforma Ked û Demokrasiyê ya Colemêrgê, têkildarî êrîşên çeteyên HTŞ û SMOyê yên li ser taxên kurdan ên Helebê daxuyaniyek dan û diyar kirin ku êrîşên li ser kurdan nayên qebûlkirin.
Platforma Ked û Demokrasiyê ya Colemêrgê, têkildarî êrîşên çeteyên HTŞ û SMOyê yên li ser taxên kurdan Şêxmeqsûd, Eşrefiye û Benî Zêdê yên Helebê, li ber avahiya Şaxa Konfederasyona Sendîkayên Kedkarên Kamûyê (KESK) ya Colemêrgê daxuyaniyek da. Di daxuyaniyê de pankarta “Rojava wijdan, berxwedan û azadiye û nayê teslîmgirtin” hat vekirin. Endam û rêveberên partiyên siyasî, nûnerên saziyên sivîl û welatî tev li daxuyaniyê bûn.
Berdevkê Platforma Şaxan a KESKê Ayhan Taş da zanîn ku êrîşên li hember kurdan nayên qebûlkirin û got: “Em banga xwe ya ji bo yekîtî û hevgirtina karkeran, biratî û wekheviya gelan, aştî û têkoşîna ji bo jiyaneke demokratîk û azad li dijî çeteyên cîhadîst dubare dikin. Em bang li TBMMê, rêxistinên karkeran, partiyên siyasî û hêzên demokratîk dikin ku berpirsiyariya pêşîgirtina li komkujiya li Sûriyeyê bigirin ser xwe.”
Daxuyanî bi dirûşmeya “Bijî berxwedana Rojava” bi dawî bû.







