Platforma Tenduristiyê ya Amedê nobeta li dijî êrişên li ser Rojava berdewam dike. Platforma îro dîsa bang kir û got: “Divê demildest deriyên sînor werin vekirin. Em xwe bigihînin gel.”
Êrişên çeteyên HTŞê, DAIŞê bi piştgiriya Tirkiyeyê ve li dijî Rojava didomin. Her wiha bi rojane bajarê Kobanê ji hêla çeteyan ve hatiye dorpêçkirin û rê li ber alîkariyên mirovî, xizmeta tenduristiyê hatiye girtin. Platforma Tenduristiyê ya Amedê bi rojane bi daxwaza ku korîdor were vekirin çalakiya nobeta mafê jiyanê li dar dixe. Platformê îro jî li ber Nexweşxaneya Zanîngeha Dîcleyê çalakiya xwe domand û pankarta “Em ji bo mafê jiyanê nobetê digirin” hate vekirin” dirûşmeyên “Bijî berxwedana Rojava”, “Jin Jiyan Azadî” hatin berzkirin.
Li ser navê platformê Nûnerê SESê yê Zanîngeha Dîcleyê Sezgîn Guler daxuyanî xwend.

‘Wêrankirin tenduristiya gel xera dike’
Sezgîn Guler anî ziman ku li Rojava krîza mirovahiyê bi her saetê zêdetir kûr dibe. Bi taybetî li Kobanê û Hesekê, bajarên ku ji aliyê Artêşa Ereb a Sûriyê ya girêdayî rêveberiya demkî bi qutkirina ceryan û avê hatine dorpêçkirin, rewşekî pir xeternak çêkirine ku dikare bibe sedema komkujiyan. Sezgîn Guler anî ziman ku tiştên ku li Rojava diqewimin bi xwe re wêrankirina sîstematîk û krîzeke giran e ku tenduristiya gel xera dike. Guler diyar kir ku mirovahî li Kobanê di dorpêçê de ye û xwest ji bo alîkariya mirovî bigihîje Kobanê, Deriyê Sînor ê Murşîdpinarê wer evekirin.
‘Deriyê sînor vekin’
Rêveberê Yekîtiya Tabîban Mehmet Şerîf Demîr jî anî ziman ku wek rêxistinên civakî yên sivîl çawa ji bo Xezeyê kir, îro jî dixwazin herin Rojava da ku hem alîkariyê bikin hem jî piştgiriyê bidin û got: “Em daxwaz dikin ku deriyê sînor ê Murşîdpinarê ku pêwendiya rasterast bi Kobanê re çêdike, demildest were vekirin û hemû alîkariyên mirovî bigihêjin herêmê. Di encamê de, em dixwazin dubare bikin ku şer pirsgirêka tenduristiya gel e û reçeteya vê pirsgirêkê jî aştî ye.”
‘Divê em xwe bigihînin gel’
Hevserokê SESa Amedê Mehmet Nûr Ûlûs jî axavî û got: “Di navbera me û gel de sînorek heye. Eger li aliyê Rojava birçî û tî bimîne, bêderman bimîne em nikarin li vir bisekinin, hedana me tune ye. Heke li aliyê Rojava jiyan tune be, jiyan li vir jî tune ye. Em dixwazin xwe bigihînin gelê Kobanê, Rojava.”
Piştî daxuyaniyê kedkarên tenduristiyê ji bo rakirina dorpêça li ser Kobanê û bidawîkirina êrişên li dijî Rojava 15 deqîqean çalakiya rûniştinê li dar xistin û piştre nobeda îro bi dawî bû.














