Amed – Platforma Yekîtiya Jinên Kurd a Bakur têkildarî yekitiya gelê Kurd li navçeya Qoserê ya Mêrdînê bi jinan re civiya. Endamên platformê di civînê de destnîşan kirin ku xelasbûna gelê Kurd di yekîtiyê de ye û diyar kirin ku jin dikarin yekîtiyê jî ava bikin û dikarin azadiyê jî bînin.
Platforma Yekîtiya Jinên Kurd a Bakur li ser girîngiya yekitiya gelê Kurd li navçeya Qosera Mêrdînê bi jinan re civînek li dar xist. Di civînê de Dayîkên Aştîyê, Sekreterya Platforma Yekîtiya Jinên Kurd tev li civînê bûn. Civîn bi deqîqeyekê rêzgirtinê dest pê kir û pişt re axaftin hatin kirin.
‘Bi pêşengiya jinan komînan ava bikin’
Endama Platforma Yekitiya Jinên Kurd Gulbeyaz Guneş di axaftina xwe de bal kişand ser armanca civînên jinên Kurd û got: “Daxwaza me ew e ku ji niha û pê ve em xwe bêtir xurt bikin, ji ber ku pêvajoyeke wisa ye ku em dixwazin gavên şênber biavêjin. Yanî tenê bi rûniştin û nivîsandina li ser kaxizê tişt pêk nayên. Li ser vê yekê em dibêjin komîn û sîstemên xwe saz bikin ka Yekîtiya Jinên Kurd çawa dikare xwe birêxistin bike. Heke jin pêşengiyê nekin, bi rastî jî bi destê zilaman tu tişt çênabe. Her kes li gorî xwe xwedî rolekê ye, lê hem dayikên me, hem jinên Kurd û hem jî ciwanên me divê pêşengiyê bikin. Mebesta me ya ji Platforma Yekîtiya Jinên Kurd ew e ku Meclisa Dayikan, Meclisa Ciwanan û Meclisa Jinan hebe. Divê çapemeniya platformê hebe. Her kes li gorî qada xwe dikare bixebite, lê armanca me yek e.”
‘Em alîgirê yekîtiya neteweyî ne’
Endama Platformê Nesrîn Askar jî di axaftina xwe bal kişand ser tekoşîna jinan û yekbûyîna jinên Kurd a beriya nasnameya siyasî û wiha axivî: “Wekî Platforma Jinên Kurd, bêyî armanceke siyasî, ango bêyî tu girêdaneke bi partiyeke siyasî an jî tiştekî siyasî re, em xwe wekî saziyeke serpartiyan pênase dikin. Di civînan de çi pêşniyarên ku hûn jin dikarin bikin, çi tiştên ku em dikarin bikin hebin, nêrînên we; em difikirin ku van berhev bikin, paşê binirxînin û têxin pratîkê. Ango hemû armanca me ev e. Bêguman em alîgirên aştiyê ne. Bêguman em alîgirên her çar perçeyên Kurdistanê ne û em alîgirê yekîtiya neteweyî ne. Ango li şûna ku em her tim heman tiştî dubare bikin, girtina pêşniyar û nêrînên we ji min re mantiqtir tê. Bi hêviya ku em di rojên xweştir û tiştên xweştir de hev bibinin.”
‘Yekîtî tenê bi partiyekî çênabe’
Endama Platformê Sûltan Yarayê jî qala Platforma Yekitiya Jinên Kurd kir û wiha got: “Heke em li vir qala platforma xwe bikin; em ne li ser navê tu partiyeke siyasî hatine vir. Em tenê li ser navê Platforma Yekîtiya Jinên Kurd hatine. Em dizanin ku yekîtî tenê bi partiyekê an jî bi saziyekê nabe armanca me. Jixwe niha di platforma me de, em ne tenê ji partiyekê ne. Partiyên Kurdistanî û saziyên me di nav de ne, em gelek in. Me par, di sala 2025an de konferansa xwe li Amedê li dar xist. Di konferansê de gelek jinên ji her partiyê, ji her nêrînê hatin cem hev da ku nîqaş bikin bê dê çi bikin. Platforma me ji sala 2009an û vir ve kar û xebatên xwe dimeşîne. Dem bi dem em dikarin bibêjin ku ne aktîf bûye, lê ev çend sal in bi taybetî ji sala 2025an û vir ve pêdiviyeke pir mezin derket holê ku; bêyî yekîtiyê, em Kurd nikarin tu tiştî bikin. Yekîtî dermanê xelasiya me ye. Em dikarin wiha bibêjin; heke yekîtî nebe, tevî ku em Kurd 50 sal in têkoşîna xwe didin jî, me dît ku em negihiştin armanca xwe û azadiya xwe. Ji ber vê yekê, em dibêjin ku ev peywira me ye ku em berî her tiştî yekîtiya xwe pêk bînin. Di rêya yekîtiyê de jî dîsa barê herî giran dikeve ser milên jinan. Ji ber ku bi rastî jî ew hêz û zanebûna jinê heye. Jin dikare yekîtiyê jî ava bike, dikare azadiyê jî bîne. Jin bi hêz, zanebûn, bîr û baweriya xwe dikare gelek tiştan bike. Ji ber vê yekê, pêdiviya platforma me bi wê yekê heye ku em gelek tiştan bikin.”
‘Gelê Kurd yek e, divê ev yekîtî pêk were’
Sûltan Yarayê di dawiya axaftina xwe de da zanîn ku bajar bi bajar, heke hewce bike navçe bi navçe, gund bi gund dê bigerin û girîngiya yekîtiyê vebêjin û got: “Îro bifikirin, heke em di mala xwe de an jî di derdora xwe de yekîtiyê pêk neynin, bi rastî jî em ê her tim li paş bimînin. Weke mînak, me di têkoşîna Rojava de dît; gava ku êrîş li Rojava pêk hatin, bi hezaran, bi milyonan kes derketin û gotin, ‘Gelê Kurd yek e, divê ev yekîtî pêk were.’ Ango gel gava ku rastî êrîşê hat, biryara xwe da. Bi rastî jî gel ji bo yekîtiyê biryara xwe daye. Lê pêwîst e em jî wek sazî, partî û rêxistinên jinan kar û xebatên xwe di asta herî jor de bimeşînin da ku ev yekîtî pêk were. Heta em yekîtiya xwe pêk neînin, em li Îranê jî dinêrin ku êrîş li ser Kurdan hene; em li Tirkiyeyê dinêrin, mafên Kurdan nadin û her çi ji destê wan tê dikin. Em dinêrin bê ka dê li Sûriyeyê çi biqewime. Ji ber vê yekê pêwîst e em li dijî van hemû zextan yekîtiya xwe pêk bînin û me xwest em nêrînên we jî werbigirin.”
‘Niha jinên Kurd, jinên Kurdistanî pir bi hêz in’
Endama Platformê Cîhan Sincar jî di axaftina xwe de anî ziman ku bi hezaran jin bi sedan salan e ew zordestiya ku li ser wan tê meşandin dîtiye û wiha bi lêv kir: “Niha jinên Kurd, jinên Kurdistanî pir bi hêz in. Navê wan pîroz e û di pêşengiyê de ne. Em dibînin ku gelek destkeftiyên biqîmet û serkeftin hatine bidestxistin. Wekî ku dayikên me yên berê jî digotin: ‘Heger em nebin yek, em ê biçin yek bi yek.’ Dema ku ev platforma jinan hate rojevê, ez bi rastî gelek kêfxweş bûm. Bawer bikin dema ku min ev civat dît, baweriya min zêdetir bû. Ji ber ku her kesî giringiya yekîtiyê dît û berjewendiyên partiyan û yên şexsî danîn aliyekî. Her kesî got ku xilasbûna me di yekîtiya me de ye.”
Dayikan banga yekitiya neteweyî kir
Dayîkên Aştiyê yên Qoserê ji bo yekitiya jinên Kurd bang kirin û gotin: “Em ê bi dirûşmeya ‘Jin jiyan azadiyê’ bibin yek û em ê yekitiyê binîn welatê xwe. Heke Kurd bi taybetî jî jin nebin yek em nikarin azad bin û serbikevin. Banga me li hemû Kurd û jinên Kurd ew e ku bila bibin yek û em bi hevre azad bibin.”













