Platforma Yekitiya Neteweyî ya Jinên Kurd a Ewropayê, diyar kir ku dengê jinan ê di 8ê Adarê de li qadan olan dida, di qadên Newrozê de xurtir bûye.
Platforma Yekitiya Neteweyî ya Jinên Kurd a li Ewropayê, di peyama xwe ya bi wesîleya cejna Newrozê de got ku Newroz ne tenê cejnek e, di heman demê de sembola azadî, berxwedan û veguherîna civakî ye. Platformê, diyar kir ku agirê ku ji hêla Kawayê Hesinkar ve hatî vêxistin, îro jî rêberiya têkoşînê dike. Di daxuyaniyê de, hat destnîşankirin ku agirê Newrozê bi berxwedana zindanan û îradeya Mazlûman, Zekiyeyan, Rehşanan, Ronahî û Bêrîvanan mezin bûye û ji bo gelê Kurd bûye sembola berxwedanê. Platformê, bal kişand ser şer û krîzên li Rojhilata Navîn û da zanîn ku azadî û aştiya mayînde bêyî pêşengiya jinan ne pêkan e û got: “Dengê jinan a ku di 8’ê Adarê de bilind bibû, îro li qadên Newrozê hê bilindir dibe. Newroz ne tenê cejnek e; ew di heman demê de destpêka helwestek nû, rêgezek nû û jiyanek azad e. Ew temsîla zayînek nû dike ku ji hêla jinan ve tê rêvebirin. Ew berxwedanek mezin a li dijî zilmê ye.”
Di dawiyê de, hat gotin ku agirê Newrozê ji bo azadiya jinan, yekitiya gelan û civakek demokratîk bangek e.













