Polîsan êrişî CHPiyan kirin. Herî kêm 10 kes binçav kirin.
Piştî Gursel Tekîn weke qeyûm tayînî Rêxistina CHPê ya Serokatiya tayînkirin, bertekên li dijî tayînkirina qeyûm berdewam kirin. Polîsan avahiya CHPa Stenbolê dorpêç kiriye û hemû rêyên diçin avahiya partiyê girtine. Dema polîsan berîqet bi cih dikirin, di navbera polîsan û girseyê de rageşî derket.
Polîsan, bi gaza îsotê êrişî girseyê kir. Di êrişê de welatiyek 54 salî bandor bû. Di dema mudaxileyê de herî kêm 10 kes hatin binçavkirin. Tevî astengkirinan jî girse her ku diçe zêde dibe.
Nûnerên gelek partiyên siyasî jî hatin pêşiya avahiya partiyê û piştgirî dan.