Polîsan êrişî pîrozbahiya Newrozê ya li Daricayê ya Kocaeliyê kirin. Polîsan Hevserokê DEM Partiyê yê Gebzeyê derb kirin û herî kêm 8 kes binçav kirin.
Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) li navçeya Darica ya Kocaeliyê, bi beşdariyekê girseyî Newroz pîroz kir. Polîsan êrişî welatiyên ku ji bo pîrozbahiya Newrozê hatibûn qadê kir. Polîsan herî kêm 8 kes binçav kirin.
Polîsan Hevserokê DEM Partiyê yê Gebzeyê Omer Yildiz jî derb kir. Yildiz di encama vê lêdanê de ji rûyê xwe birîndar bû.













