Şirnex – Polîsan li Cizîrê di serdegirtina malan de 2 jê zarok 4 kes binçav kirin. Polîsan zarok birin şaxa zarokan û mezin jî birin TEMê ya Cizîrê.
Polîsan serê sibehê li navçeya Cizîrê ya Şirnexê bi ser gelek malan de girt. Polîsan di serdegirtinê zarokê bi navê Yasîn Avşar, Tahîr Avşar û kesên bi navê Devran Demirabî û Mahsûn Cengîz hatin binçavkirin. Yasîn Avşar û Tahîr Avşar birin şaxa zarokan û Devran Demirabî û Mahsûn Cengîz jî birinê Şaxa TEMê ya Cizîrê. Sedema binçavkirinê nehat hîn kirin.