Polîsan li Cizîrê di saetên serê sibehê de bi ser gelek malan de girt. Di serdegirtina malan de 2 kes binçav kirin.
Li taxa Banê Senefîs a navçeya Cizîrê ya Şirnexê, leşkeran vê sibe bi ser gelek malan de girt. Polîsan di serdagirtina malan de welatî Murat Başkurt û Mustafa Yaşar binçav kirin. Yên ku hatinê binçavkirin birin Mudiriyeta Polîsan a Cizîrê. Sedema binçavkirinê nehat zanîn.