Li taxa Nûrê ku malbata endamê HPGê Tunç lê dijîn, ji bo ku şîna Tunç lê neyê danîn polîsan derdora hemû mizgeftan dorpêç kir û destûr nade tu kes biçe mizgeftan.
Li navçeya Cizîr a Şirnexê endamê HPGê Ferhat Tunç (Xebat Goyî) ku 2017an li navçeya Berwarî ya Sêrtê jiyana xwe ji dest dabû û li gel hemû astengiyan bi girseyî hatibû definkirin. Îro serê sibê ji bo astengkirina danîna şîna Tunç li taxa Nûrê ku malbata Tunç lê dijî polîsan derdora hemû mizgeftan dorpêç kir.
Welatiyên ku dixwazin biçin mizgeftan ji aliyê polîsan tên astengkirin. Dema ku nûçegihanê ajansa me Nedîm Orûç jî xwest biçe hundirê Mizgefta Seyîd Suleyman, polîsan hişyarî da wî û jê re gotin, “Mizgeft ji bo kesan hatiye girtin, kes nikare li vir îbadetê bike” û destûr nedan ku kes bikeve mizgeftê.
Li aliyê din birayê Tunç, Servet Tunç ku duh li ser gotistanê hatibû binçavkirin, piştî îfade da dadgehê bi kontrola edlî hate berdan.