Wan – Polîsan li navçeya Erdîşê ya Wanê 3 rojnameger binçav kirin û birin midûriyeta polîsan.
Polîsan li navçeya Erdîşê ya Wanê, rojnameger û edîtorê Rojnameya Xwebûnê Rohat Bûlût, Hulya Taş û xebatkarê Rojnameya Yenîyaşamê Şakîr Karadaş binçav kirin. Di têketina navçeyê de wesayîta rojnamevanan hat rawestandin û rojnamevan di Lêgerîna Agahdariya Gelemperî (GBT) de derbas kirine. Polîsan piştî kontrola GBTê rojnameger binçav kirin û ew birin Midûriyeta Polîsan a Erdîşê.
Sedema binçavkirina rojnamegeran nehat zanîn.