Polîsan meşa komeleyên zimanê Kurdî KURDÎGEH û ARSÎSAyê ku dixwestin ji bo “statû û perwerdehiya bi Kurdî” li dar bixin, asteng kir. Li ser vê yekê endamên komeleyan bertek nîşanî astengiyê dan û diyar kirin ku hewldanên astengkirina ziman û çanda miletekî wehşeteke mezin e.
Komeleya Pêşvebirina Çand û Zimanê Kurdî (KURDÎGEH) û Komeleya Çand û Zimanê Kurdî ya Arsîsayê, ji bo statûya Kurdî û perwerdehiya bi Kurdî xwest ji Parqa Feqiyê Teyran heta avahiya komeleya KURDÎGEHê meşekê li dar bixe. Lê polîsan bi hinceta “qedexeya çalakiyan” ya walitiya Wanê meşa saziyên Zimanê Kurdî asteng kir. Girseyê li dijî vê pêkanînê dirûşmeyên “bijî zimanê kurdî” û “bê kurdî jiyan nabe” berz kirin û bertek nîşanî astengkirina polîsan dan.
‘Zimanê Kurdî neyê qebûl kirin aştî jî pêk nayê’
Hevberdevkê Komîsyona Ziman, Çand û Hunerê ya DEM Partiyê Heval Dilbihar, biryara walîtiyê şermizar kir û got ku ma ne şerme Kurd di sala 2025an de ji bo zimanê wan azad be li kolanan dimeşin. Heval Dilbihar, anî ziman ku hemû hewldanên astengkirina ziman û çanda miletekî wehşeteke mezin e û got: “Heke tu waliyê vî gelî bî, divê tu rêzê ji zimanê min re bigirî. Heke hûn zimanê me di perwerdehî û makezagonan de qebûl nekin ev aştî jî pêk nayê.”
‘Pêngava Aştî Civaka Demokratîk ji bo komara demokratîk derfeteke mezin e’
Dû re girseyê li Parqa Feqiyê Teyran daxuyanî da û metna daxuyaniyê hevserokê KURDÎGEHê Mesût Kertîş xwend. Mesût Kertîş, da zanîn ku bîr û baweriyeke wan ya kûr heye ku civakeke demokratîk, wekhev û aştîxwaz tenê bi rêzgirtina mafên hemû gelan, ziman û çandan dikare bê avakirin. Mesût Kertîş, diyar kir ku pêngava Aştî û Civaka Demokratîk a Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan derfeteke mezin ji bo komareke demokratîk derxistiye holê û got: “Di vê çarçoveyê de, em wekî saziyên zimanê kurdî û xwedîderketiyên mafên mirovan, daxwazên xwe yên bingehîn ji bo perwerdeya bi zimanê zikmakî, statûya zimanê Kurdî, aştî û yasayên entegrasyonê bi raya giştî re parve dikin.”
‘Zimanê Kurdî mafeke bingehîn e’
Mesût Kertîş, destnîşan kir ku zimanê Kurdî, wekî zimanê mîlyonan, di warê perwerdeyê de mafeke bingehîn e û ev tişt got: “Em daxwaz dikin ku perwerdeya bi zimanê Kurdî di hemû qadan de, ji pêşdibistanê heta zanîngehan, bi awayekî fermî û sîstematîk bê dayîn. Ev yek ne tenê mafekî xwezayî ye, lê di heman demê de ji bo xurtkirina nasnameya çandî û entegrasyona civakî jî gaveke girîng e. Daxuyaniya Gerdûnî ya Mafên Mirov a Neteweyên Yekbûyî (1948), Maddeya 2, cudakariya li ser bingeha zimanî qedexe dike. Peymana Ewropî ya Zimanên Herêmî an Kêmaran (1992),d Zimanên kêmaran diparêze û bikaranîna wan piştgirî dike. Digel vê Gelê Kurd Neteweke li Cîhanê ji 70 î milyonî zêdetir e. Ne kêmar e, xwediyê avakar ê Komarê ye. Zimanê Kurdî divê di Makezagona Komarê de wekî zimanekî fermî bê naskirin. Statûyeke qanûnî ya zelal ji bo Kurdî, wê ne tenê di qada perwerdehiyê de, lê di jiyana giştî, dadgeh, tendûristî, aborî û karûbarên fermî û ragihandinê de jî bi bandor bike. Ev statû wê rê li ber hevgirtina civakî veke û cudahiyên zimanî bi awayekî erênî bi rê ve bibe.”
‘Divê demildest bingehîn yasayî bên avakirin’
Mesût Kertîş, da zanîn ku divê ji bo çareseriya pirsgirêka Kurd bi awayekî aştîxwaz û demokratîk gavên berbiçav bên avêtin. Mesût Kertîş, bi domdarî wiha got: “Yasayên entegrasyonê divê bi armanca yeksanî, edalet û rêzgirtina mafên hemû kesan bên amadekirin. Divê ev yasa rê bidin ku hemû gel û çand bi awayekî azad û bi rûmet bi hev re bijîn, bêyî ku mafên tu kes an koman bên paşguhxistin an jî bên asîmîlekirin. Em daxwaz dikin ku rayedarên dewletê û hemû aliyên peywendîdar van daxwazan bi ciddî bigirin dest û ji bo avakirina civakeke demokratîk, pireng û aştîxwaz demildest bingehê yasayî bide avakirin. Naskirina Statuya Kurdî û Perwerdehiya Bi Kurdî dê ji bo Komara Demokratîk bibe hêza guheran û veguherana Civaka Demokratîk. Bi vî awayî jî dê pêşî li qeyran, alozî û şerên roxîner bêgirtin.”
‘Gel li benda azadiya Ocalan e’
Mesût Kertîş, bi bîr xist ku bendewariya gelan azadiya fizîkî ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û gavên şênber yên yasayî û entegrasyona civakan a di bin sîwana Komara Demokratîk de ye û wiha bi dawî kir: “Divê bingehê Komara Demokratîk polîtîkayên tunehesibandin û pişaftinê ji holê rake, gelan di nava aştî û wekheviyê de bigihîne hev. Li ser vî bingehî em ê têkoşîna xwe ya ji bo ‘statû û perwerdehiya bi kurdî’ li her derê bilind bikin. Tu hêz dê nekare pêşî li têkoşîna me ya rewa û demokratîk bigire.”
Piştî daxuyaniyê girseyê ji bo 5 deqeyan çalakiya rûniştinê da destpêkirin. Piştî çalakiya rûniştinê, daxuyanî bi dawî bû.