Polîsan îşkence li Endamê Meclisa DBPê Kenan Îldenîz kir û mil û tiliyên wî şikandin. Îldenîz, hêj jî di bin çavan de ne.
Polîsan duh Endamê Meclîsa Partiyê yê Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) Kenan Îldenîz, binçav kir. Hat zanîn ku polîsan di bin çavan de li Kenan Îldenîz îşkence kirin û bi kursiya biteker rakirin nexweşxaneyê. Îldenîz ê ku dema dibin nexweşxaneyê wêne û dîmenên wî derketin holê û di dîmenan de xuya dike ku mil û tiliyên Îldenîz hatine şikandin. Hat zanîn ku ewilî tîmên tendûristiyê li Miduriyeta Polîsan Îldenîz derman kirine û dûre ew birine nexweşxaneyê. Di dîmenan de tê xuyakirin ku Îldenîz nikare rê ve biçe. Dîmenên gava Îldenîz hatiye binçavkirin jî derketin holê. Di dîmenan de tê dîtin ku Îldenîz bi saetan kelemçekirî hatiye sekinandin.