Polîsê tîmê taybet Ebûbekîr A., yê ku li Navenda Giştî ya AKPê wezîfedar bû, xwe kuşt.
Polîsê tîmê taybet Ebûbekîr A. yê ku li Navenda Giştî ya AKPê wezîfedar bû, bi demançeya xwe gule berî serê xwe da û xwe kuşt. Bûyer saet li derdora 14.45an qewimî. Hat zanîn ku ev demek bû Ebûbekîr A. bi pirsgirêkên tenduristiyê re mijûl bû.
Hat zanîn ku Ebûbekîr A., li cihê bûyerê miriye.