Polîsên Cizîrê bend danî pêşiya meşa li hember tacizkaran û destûr nade girse bimeşe.
Li navçeya Cizîr a Şirnexê Rêveberê Egîtîm-Senê Mesût Aslan 7 roj in di greva birçîbûnê de ye û ji bo dengê xwe bilind bike xwest ji avahiya Şaxa Egîtîm Senê ya Cizîrê bimeşe heya Kolana Hunerê. Di nav de endamên Egîtîm Senê, endamên partiyên siyasî û saziyên civaka jî heyîn gelek kesan xwest piştgiriyê bide çalakiya Mesût Aslan.
Bi sedan polîsên ku avahiya Egîtîm Senê dorpêç kirine destûr nedan ku Mesût Aslan û girse bimeşe. Li ser vê yekê girseyê dest bi çalakiya rûniştinê destpêkir.
Mesût Aslan li ber benda polîsan bertek nîşan da û got kesên bendan datînin pêşiya min tacizkaran diparêzin.
Çalakiya rûniştinê berdewam dike.