Siyasetmedarê Kurd Yuksel Koç ê li bajarê Bremen ê Almanyayê dijî di serdegirtina mala xwe ji aliyê polîsên Alman ve hat binçavkirin.
Siyasetmedarê Kurd Yuksel Koç ê li bajarê Bremen ê Elmanyayê dijî, hat binçavkirin. Li gorî nûçeya ANFê; vê sibehê polîsên Alman bi ser mala Yuksel Koç de girtin û ew kirin binçavan. Hat diyarkirin ku Koç di çarçoveya lêpirsînek li bajarê Karlsruheyê tê birêvebirin hatiye binçavkirin. Hat ragihandin ku serdegirtinê saet li 07.00an dest pê kiriye û lêgerîna malê heta saet 11.00an berdewam kiriye.
Piştî lêgerîna li malê polîsên Elman bêyî ku tu belgeyên şênber bidin malbatê, derketin çûn. Hat zanîn ku Yuksel Koç birine Karlsruheyê.
Yuksel Koç bi salan e li Ewropayê kar û barên siyaseta Kurd bi rê ve dibe. Yuksel Koç di navbera salên 2016-2023yan de hevserokatiya Kongreya Civakên Demokratîk a Kurdistanîyên li Ewropa (KCDK-E) kiriye û ew li Ewropayê siyasetmedarek navdar ê Kurd e.