Li Stenbolê 2 erdhej li ser hev pêk hatin. Erdheja dawî bi hêza 6.2 pêl hêk hat. Derket holê ku Prof. Dr. Şener Uşumezsoy 20 roj berê hişyari kiriye û xwestiye tedbîr bên girtin. Uşumezsoy anîbû ziman ku ew li benda erdhejeke mezin in. Prof. Dr. Nacî Gorur jî anîbû ziman ku li benda erdheja pêla wê 7 pîle ne.
Li ser malpera înternetê ya Serokatiya Rewşa Acîl û Afatê (AFAD) hat ragihandin ku saet 12.49an de li navçeya Silîvriyê ya Stenbolê bi mezinahiya 6,2 erd hejiya. Erdheja ku ji bilî Stenbolê li bajarên der û dorê jî hat hezkirin, 6,92 kîlomêtro di binê erdê de çêbûye. Navenda erdhejê Behra Marmarayê li nêzî Silîvriyê pêk hatiye. Derket holê ku Prof. Dr. Şener Uşumezsoy 20 roj berê hişyari kiriye û xwestiye tedbîr bên girtin. Uşumezsoy anîbû ziman ku ew li benda erdhejeke mezin in. Prof. Dr. Nacî Gorur jî anîbû ziman ku li benda erdheja pêla wê 7 pîle ne.