• Kurmancî
  • Kirmanckî
  • |
  • Derbarê Me De
  • |
awelatnavend@gmail.com
Ajansa Welat
25 GULAN 2026
Encamek nîn e
View All Result
  • ROJANE
    Bi hezaran kes li dijî biryara ‘Betalkirina Teqez’ meşiya

    Bi hezaran kes li dijî biryara ‘Betalkirina Teqez’ meşiya

    DEM Partiyê du malbat li hev anî

    DEM Partiyê du malbat li hev anî

    Yenî Yaşamê 8 saliya xwe pîroz kir

    Yenî Yaşamê 8 saliya xwe pîroz kir

    Li Amedê serdana goristanên cangoriyan hate kirin

    Li Amedê serdana goristanên cangoriyan hate kirin

    Bakirhan: CHP dikarê vê pêvajoyê bi kongreyeke demokratîk derbas bike

    Bakirhan: CHP dikarê vê pêvajoyê bi kongreyeke demokratîk derbas bike

    Îran: Em bi DYAyê re li ber lihevkirinê ne

    Îran: Em bi DYAyê re li ber lihevkirinê ne

  • JIN
  • ÇAND
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • FORUM
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
    Bi hezaran kes li dijî biryara ‘Betalkirina Teqez’ meşiya

    Bi hezaran kes li dijî biryara ‘Betalkirina Teqez’ meşiya

    DEM Partiyê du malbat li hev anî

    DEM Partiyê du malbat li hev anî

    Yenî Yaşamê 8 saliya xwe pîroz kir

    Yenî Yaşamê 8 saliya xwe pîroz kir

    Li Amedê serdana goristanên cangoriyan hate kirin

    Li Amedê serdana goristanên cangoriyan hate kirin

    Bakirhan: CHP dikarê vê pêvajoyê bi kongreyeke demokratîk derbas bike

    Bakirhan: CHP dikarê vê pêvajoyê bi kongreyeke demokratîk derbas bike

    Îran: Em bi DYAyê re li ber lihevkirinê ne

    Îran: Em bi DYAyê re li ber lihevkirinê ne

  • JIN
  • ÇAND
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • FORUM
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
Encamek nîn e
View All Result
Ajansa Welat
Encamek nîn e
View All Result

KESK: Piştî her erdhejeke mezin jî heman senaryo tê amadekirin

Wan / AW

6 SIBAT 2026 - 19:27
Kategorî: ROJANE
A A
Platforma Şaxan a KESKê ya Wanê di salvegera 3yemîn a erdheja 6ê Sibatê ya li Mereşê pêk hatî de daxuyanî da û got: “Berpirsyarên rasteqîn tên parastin, berpirsyarî û sûc diavêjin stûyê çend heb mutehitan.”

Platforma Şaxan a Konfederasyona Sendîkaya Kedkarên Cemawerî (KESK) a Wanê di salvegera 3yemîn ya erdheja 6ê Sibatê ya li Mereşê pêk hatî de daxuyaniyek da. Di daxuyaniyê de pankarta “Îhmalan ji bîr nekin berpirsiyaran efû nekin” hate vekirin. Parlementerên DEM Partiyê, hevserokên DBPê û DEM Partiyê,  hevşaredarên Bajar ê Mezin ên Wanê, Dayîkên Aştiyê û endamên saziyên civakî tev li daxuyaniyê bûn. Daxuyanî ji aliyê hevberdevkê demê yê Şaxên KESKê yê Wanê Nîhat Tunç ve hate xwendin.

‘Erdhej bûyereke xwezayî ye; rêjeya hilweşandinê encama hilbijartinên siyasî ye’

Nîhat Tunç bi bîr xist ku tevî ew asta wêraniyê ya rast nizanin jî lê ew dizanin ku ev rûxandin encama pergala rantê, bê kontrolkirin, xemsarî û cêzanekirinê ye û wiha pê de çû: “Piştî her erdhejeke mezin jî heman senaryo tê amade kirin. Tenê cihê karesatê hatiye guhertin. Encamên erdhejê yên kavil li vî welatî wek qeder tê dest girtin. Berpirsyarên rasteqîn tên parastin, berpirsyarî û süc diavêjin stûyê çend heb mutehitan.”

Nîhat Tunç da zanîn ku ev sê sal in êş û xizanî ji bo mîlyonan mexdûrên erdhejê kûrtir bûye û got: “Nayê zanîn ku di sala sêyemîn a erdhejê de bajar çiqasî ji bo jiyanê guncav bûne û ji wan kesên ku neçar mane koç bikin çend kes vegeriyane bajarên xwe. Li herêmên erdhejê jî bi sed hezaran welatî di nava şert û mercên nebaş de dijîn. Bajarên konteyniran ên qaşo “demkî ne ” bûne daîmî û ev van bajarên konteynîr bi şert û mercên jiyanê yên li dijî rûmeta mirovî bûne wek qampan. Tunebûna ceyran û avê bi şert û mercên zivistanê re jiyan kambax kiriye.”

KESKê di daxuyaniyê de ev daxwaz anîn ziman:

*Divê hemû avahiyên gelemperiyê (dibistan, nexweşxane, wargeh, edliye, avahiyên xizmetguzariyê û hwd.) bi awayekî lezgîn, serbixwe û bi pîvanên zanistî bên kontrolkirin, avahiyên ku li hember erdhejê li ber xwe didin, tavilê bên valakirin, xebatên xurtkirin û nûjenkirinê demildest bên kirin.

*Bi taybetî li bajarên ku herêmên erdhejê ne, divê rapor û kontrolên metirsiya erdhejê ji aliyê gel ve bên kirin û teşwîqên xurtkirinê ji bo kesên ku xwediyê yek xaniyî ne bên dayîn.

*Divê nêzîkatiya berjewendîxwaz were redkirin.

*Divê mafê stargeh, kar û jiyana bi ewle ji bo her kesî bête garantîkirin, xanîyên daîmî û bêpere bên peydakirin; divê efûya herêman bi temamî bê rakirin. Divê kontrola giştî û zanistî esas bê girtin.

*Divê bacên erdhejê li gorî armanca xwe û ji bo berjewendiyên civakî bên bikaranîn.

*Divê bi beşdariya derdorên zanistî û rêxistinên kedkar-pîşeyî zagoneke erdhejê ya berfireh bê amadekirin.

*Divê bi beşdariya rêxistinên pîşeyî, sendîkayan û gelên herêmê rêveberiya karesatê bi awayekî demokratîk ji nû ve bê avakirin.”

Etîket: daxuyanîErdhejKESKsalvegerWan
Parve BikeTweetWhatsAppParve BikeParve Bike

Nûçeyên Din

Li Miksê tiştek nû nîn e: 7 meh in rê hêj girtiye

Li Miksê tiştek nû nîn e: 7 meh in rê hêj girtiye

22 GULAN 2026
Ozgur Ozel: Em ê li dijî vê darbeyê li ber xwe bidin

Ozgur Ozel: Em ê li dijî vê darbeyê li ber xwe bidin

22 GULAN 2026
Salvegera komkujiya çerkesan hat şermezarkirin

Salvegera komkujiya çerkesan hat şermezarkirin

21 GULAN 2026
Doza Havîn Aşkan: Daxwaza girtina bersûc hat redkirin

Doza Havîn Aşkan: Daxwaza girtina bersûc hat redkirin

21 GULAN 2026
Ji bo Weşanxaneya Sîtavê çalakiya piştgiriyê

Ji bo Weşanxaneya Sîtavê çalakiya piştgiriyê

21 GULAN 2026
Li Wanê Radyoya Êrîvanê û Rêya Taze hatin gotûbêjkirin

Li Wanê Radyoya Êrîvanê û Rêya Taze hatin gotûbêjkirin

20 GULAN 2026

ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN

  • Heyeta DEM Partiyê ev 53 roj in bi Abdullah Ocalan re hevdîtin nekiriye

    Abdullah Ocalan: Çarçoveya qanûnî dikare bingeha pêvajoyê ava bike

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Hediye Yusuf: Parastina destkeftiyên Rojava bi yekîtiyê pêkan e

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Welatiyên Êlihê: Ji ber krîza aboriyê em nikarin danûstandina cejnê bikin

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Kekê Rojwelat Kizmazê: Xwişka min 3 roj sax maye, çi bi serê wê hat?

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Di nav milyonan pirtûkan de tenê du ref pirtûkên Kurdî hene!

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • ROJEVA 25ê GULANA 2026an

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Mehmet Polat piştî 30 salan ji girtîgehê hate berdan

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Tuncer Bakirhan û heyeta pê re serdana Ozgur Ozel kirin

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Li Amedê serdana goristanên cangoriyan hate kirin

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0

ARŞÎV

  • GULAN 2026 (659)
  • NÎSAN 2026 (1047)
  • ADAR 2026 (1153)
  • SIBAT 2026 (1043)
  • ÇILE 2026 (1573)
  • KANÛN 2025 (636)
  • MIJDAR 2025 (501)
  • COTMEH 2025 (512)
  • ÎLON 2025 (484)
  • TEBAX 2025 (467)
  • TÎRMEH 2025 (582)
  • HEZÎRAN 2025 (463)
  • GULAN 2025 (577)
  • NÎSAN 2025 (468)
  • ADAR 2025 (540)
  • SIBAT 2025 (514)
  • ÇILE 2025 (594)
  • KANÛN 2024 (628)
  • MIJDAR 2024 (94)

Ajansa Welat, bi nûçeyên taybet, dosya, lêkolîn, dîmen û deng civakê agahdar û ronî dike.

Bi şîara agahiyên rast û objektif weşanê esas digire, li ser şopa heqîqetê agahiyan belav dike.

Ajansa Welat bi nûçe û naverokên xwe dibe deng û rengê welat.

Xwediyê Îmtîyazê: Fahrettîn Kiliç

Berpirsiyarê Karên Nivîsan: Medya Bal

Navnîşan: Fırat Mahallesi, 553. Sokak, Tanlar Şehri Teras Evleri, B Blok,
Kat: 5 - No: 40, Kayapınar, Diyarbakır

Telefon: +90 (532) 519 37 73

E-mail: awelatnavend@gmail.com
Malper: www.ajansawelat.com
Twitter Youtube Instagram Whatsapp
  • Serrûpel
  • Têkilî
  • Derbarê Me De

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne

Encamek nîn e
View All Result
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
  • JIN
  • ÇAND
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • CÎHAN
  • FORUM
  • KIRMANCKÎ

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne