Li Rojhilatê Kurdistanê 5 partiyên siyasî ji bo têkoşîna li dijî rejîma Îranê peymanek nû ragihandin. PSKê bi daxuyaniyeke nivîskî ev peyman pîroz kir û got: “Gavên wisa yên dîrokî, li Rojhelatê Kurdistanê hêvî û bawerîya serkeftinê xurttir dike.”
Partiya Demokratîk ya Kurdistanê-Îran (PDKÎ), Partiya Jiyana Azad ya Kurdistanê (PJAK), Rêxistina Xebata Kurdistanê-Îran, Partiya Azadî ya Kurdistanê (PAK), Komeleya Zehmetkêşan ya Kurdistanê (KOMELA) “Tifaqa Hêzên Siyasî ya Kurdistanê ya Îranê” ragihandin. Hate ragihandin ku ev peyman ji bo bidestxistina mafê çarenûsî û avakirina siyaseta demokratîk ya ji bo pêşerojê hate îmzekirin.
‘Gavên wisa hêvî û baweriya serkeftinê xurttir dike’
Partiya Sosyalîst a Kurdistanê (PSK) bi serenavê “Li Rojhilatê Kurdistanê Tifaqa Hêzên Kurdistanî Pîroz Be” daxuyaniyeke nivîskî weşand. PSKê diyar kir ku pêşketina girîng a li qada siyasî ya li Rojhilatê Kurdistanê bi dilxweşî û coşeke mezin pêşwazî dikin û wiha got: “Li Rojhelatê welatê me, ev gaveke girîng û qonaxeke nû ye. Gavên wisa yên dîrokî, li Rojhelatê Kurdistanê hêvî û bawerîya serkeftinê xurttir dike.”
‘Gavên wisa dê bona parçeyên din ên Kurdistanê bibin mînak’
PSKê pêkhatina tifaqa partî û rêxistinên Kurd a li Rojhilat weke gaveke dîrokî nirxand û wiha domand: “Hevkarî û hevgirtina xwişk û birayên xwe yên li Rojhilat bi dilgermî pîroz dikin û ji hemû partî û rêxistinên tifaqê re serkeftinê dixwazin. Em pişgiriya xwe li têkoşîna hevpar a partiyên Rojhilatê Kurdistanê radigihinin û bawer dikin ku gavên wisa dê ji bo perçeyên din ên Kurdistanê û dîasporaya Kurd bibin nimûneyek. Bijî yekîtî û Tifaqa hêzên welatparêz! Bijî têkoşîna azadî û demokrasiyê!”













