• Kurmancî
  • Kirmanckî
  • |
  • Derbarê Me De
  • |
awelatnavend@gmail.com
Ajansa Welat
20 ADAR 2026
Encamek nîn e
View All Result
  • ROJANE
    Guleryuz: Em li bendê ne ku peyama bi dîmen a Ocalan li Newrozê bê nîşandan

    Bernameya Newroza Amedê diyar bû

    Newrozên salên 90î: Ji qedexeyan ber bi coşa îro

    Newrozên salên 90î: Ji qedexeyan ber bi coşa îro

    CPT: Îranê 196 caran êrişî Herêma Kurdistanê kiriye

    Îranê şevê din jî êrişî Başûrê Kurdistanê kir

    ‘Divê rûhê Newrozê yê ji bona wê bedelên giran hatine dayîn were parastin’

    ‘Divê rûhê Newrozê yê ji bona wê bedelên giran hatine dayîn were parastin’

    ROJEVA 12ê ÎLONA 2025an

    ROJEVA 20ê ADARA 2026an

    SOHR: Li Siwêdayê 248 kes hatine kuştin

    Êrişên Şamê li ser Siwêdayê didomin

  • JIN
  • ÇAND
  • ABORÎ
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • CÎHAN
  • FORUM
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
    Guleryuz: Em li bendê ne ku peyama bi dîmen a Ocalan li Newrozê bê nîşandan

    Bernameya Newroza Amedê diyar bû

    Newrozên salên 90î: Ji qedexeyan ber bi coşa îro

    Newrozên salên 90î: Ji qedexeyan ber bi coşa îro

    CPT: Îranê 196 caran êrişî Herêma Kurdistanê kiriye

    Îranê şevê din jî êrişî Başûrê Kurdistanê kir

    ‘Divê rûhê Newrozê yê ji bona wê bedelên giran hatine dayîn were parastin’

    ‘Divê rûhê Newrozê yê ji bona wê bedelên giran hatine dayîn were parastin’

    ROJEVA 12ê ÎLONA 2025an

    ROJEVA 20ê ADARA 2026an

    SOHR: Li Siwêdayê 248 kes hatine kuştin

    Êrişên Şamê li ser Siwêdayê didomin

  • JIN
  • ÇAND
  • ABORÎ
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • CÎHAN
  • FORUM
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
Encamek nîn e
View All Result
Ajansa Welat
Encamek nîn e
View All Result

Qada Newroza Dîrokî li benda gelê Kurd e

Ugur Dînler /AW

20 ADAR 2026 - 09:51
Kategorî: ÇAND, MANŞET
A A
Amed – Endamên Komîteya Amadekar a Newroza Amedê Rûçem Vefa Elyakût û Firat Yuksektepe bang li gelê Kurd kirin ku tev li Newroza dîrokî ya Amedê bibin û wiha gotin: “Newroz ne tenê rojek e, lê roja serhildan û têkoşînê ye.”

 

Newroza îsal bi diruşma “Newroza Azadî û Yekîtiya Demokratîk” û “Newroza Azadî û Demokrasiyê” li gelek tax, gund, navçey û bajaran tê pîrozkirin. Yek ji van bajaran jî Amed e. Li Amedê dê di 21ê Adarê de (sibê) Newroz were pîrozkirin. Amadekariyên Newroza Amedê bi dawî bûn. Newroza Amedê dê malovaniya zêdetirî milyoneke kesan bike. Bi platforma hatiye avakirin ve pankartên weke “Newroza Azadî û Yekîtiya Demokratîk” , “Newroza Azadî û Demokrasiyê” û pankartên “Bijî Newroz” ên bi gelek zimanan hatin daliqandin.

Di Newrozê de Hevserokê DEM Partiyê yê Giştî Tûncer Bakirhan, aktivîsta TJAyê Ayla Akat Ata, siyasetmedar Leyla Zana, Çetîn Arkaş û Veysî Aktaş dê biaxivin. Her wiha Koma Agirê Jiyan, Zinar Sozdar, Alend Hazim, Dîlan Top û Erkan Top û koma govendê dê derkevin ser dîkê.

Li aliyê din tê payîn ku di pîrozbahiya Newrozê de peyama Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan a bidîmen dê bê parvekirin. Her wiha wê ji başûrê Kurdistanê, Tirkiyeyê, welatên Ewropayê jî gelek kes tev li pîrozbahiya Newrozê bibin.

Endamên Komîteya Amadekar ên Newroza Amedê Rûçem Vefa Elyakût û Firat Yuksektepe têkildarî amadekariyên li Qada Newrozê ji Ajansa Welat (AW) re axivîn û banga tevlibûna Newrozê kirin.

‘Roja Newrozê roja serhildanê, têkoşînê û berxwedanê ye’

Rûçem Vefa Elyakût derbarê amadekariyên Newrozê de wiha got: “Em niha li qada Newrozê amadekariyên dawî dişopînin. Em hewl didin ku heta roja Newrozê, amadekariyên me hemû biqedin û em bi coşeke xurt Newrozê pêşwazî bikin. Em ê bi gelê xwe, gelê Amedê û bi milyonan kesî re, li qada Newrozê ya Amedê pêşwaziyeke bi coş û kelecan bikin. Xebatên me gelek in, ev mehek zêdetir e ji bo Newrozê, li qadê amadekarî didomin. Em jî dizanin ku roja Newrozê, ne tenê rojek e ku em bibêjin cejn e. Roja Newrozê mizgîniya biharê ye, lê belê ji bo me, ji bo gelê Kurd, 21ê Adarê roja Newrozê roja serhildanê, roja têkoşînê û roja berxwedanê ye. Em jî dê di 21ê Adarê de li vir, li qada Newrozê ji bo statuya Rêberê Gelê Kurd zelal bibe, ji bo azadiya gelê Kurd û ji bo aştî û civakeke demokratîk, banga xwe bigihînin hemû cîhanê. Banga me li gelê Kurd, li gelê Amedê ye; werin bi milyonan kes em biherikin qada Newrozê.”

‘Em hemu gelên Rojhilata Navîn vedixwînin qada Newrozê’

Firat Yuksektepe jî dest nîşan kir ku zêdetirî mehek e hemû sazî û dezgeh bi coşeke mezin, amadekariya Newrozê dikin û wiha axivî: “Ji roja 1ê Adarê û vir ve hemû heval li qada ne. Ji bo xebatên nava bajêr û karên teknîkî her sibeh di neh û nîvan de, em civînê dikin. Kêmasiyên xwe em dibînin. Ji 17 navçeyên me, serê sibehê ji saet 6an ve, ji bo ku em gelê xwe yê aştîxwaz bînin qada Newrozê, me erebeyên Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê amade kirine. Li her navçeyê ew erebeyên me yên mezin, wê gelê me li gorî wan deriyên ku me ji berê ve amade kirine, nêzî wan deriyan daxin. Bangawaziya me ev e ji gelê me re, ji bo Newroza 2026an, ji Rojhilata Navîn û ji Kurdistanê yên ku bixwaze were Newroza Amedê, em hemûyan 21ê Adarê vedixwînin qada Newrozê.”

Etîket: Banga NewrozêFirat YuksektepeNewroza AmedêNewroza GirseyîRuçem Vefa Elyakut
Parve BikeTweetWhatsAppParve BikeParve Bike

Nûçeyên Din

Guleryuz: Em li bendê ne ku peyama bi dîmen a Ocalan li Newrozê bê nîşandan

Bernameya Newroza Amedê diyar bû

20 ADAR 2026
Abdullah Ocalan: Kirdeya avakar a civakê jin e

Peyama Abdullah Ocalan dê li Newroza Amedê bê xwendin

18 ADAR 2026
Çalakîyanê ma asteng kenê: Ka way û birayî?

Banga ji bo meşa li Amedê: Werin em Kurdistanek azad ava bikin

14 SIBAT 2026
Keziyên jinên li Rojava dê bibe dawiya xeyalên dijminên Kurdan

Keziyên jinên li Rojava dê bibe dawiya xeyalên dijminên Kurdan

26 ÇILE 2026
Ji bo mitîngê bang kirin: Heta birêz Ocalan azad nebe pêvajo nagihe armancê

Ji bo mitîngê bang kirin: Heta birêz Ocalan azad nebe pêvajo nagihe armancê

15 ÇILE 2026
Amed carek din mazûvaniya mitîngeke dîrokî dike

Amed carek din mazûvaniya mitîngeke dîrokî dike

24 KANÛN 2025

ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN

  • Serdana goristanan: Em ê li pey rêça wan bin

    Serdana goristanan: Em ê li pey rêça wan bin

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • 209 şexsiyetên Başûrê Kurdistanê projeya ‘Yekîtiya Neteweyî’ dan destpêkirin

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Bi girseyî serdana şîna Denîz Şen kirin

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Bi cil û bergên Kurdî gel vexwendin Newrozê

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Roja hevdîtina Şandeya Îmraliyê û Wezareta Dadê diyar bû

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Nobeta li Bestayê bi dawî bû dê çalakiyên cuda pêk bînin

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Şerîfe Mihemedî bi awayek demkî hat berdan

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • ‘Divê rûhê Newrozê yê ji bona wê bedelên giran hatine dayîn were parastin’

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • 300 dîlgirtî gihîştin Hesekê

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Qada Newroza Dîrokî li benda gelê Kurd e

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0

ARŞÎV

  • ADAR 2026 (755)
  • SIBAT 2026 (1043)
  • ÇILE 2026 (1573)
  • KANÛN 2025 (636)
  • MIJDAR 2025 (501)
  • COTMEH 2025 (512)
  • ÎLON 2025 (484)
  • TEBAX 2025 (467)
  • TÎRMEH 2025 (582)
  • HEZÎRAN 2025 (463)
  • GULAN 2025 (577)
  • NÎSAN 2025 (468)
  • ADAR 2025 (540)
  • SIBAT 2025 (514)
  • ÇILE 2025 (594)
  • KANÛN 2024 (628)
  • MIJDAR 2024 (94)

Ajansa Welat, bi nûçeyên taybet, dosya, lêkolîn, dîmen û deng civakê agahdar û ronî dike.

Bi şîara agahiyên rast û objektif weşanê esas digire, li ser şopa heqîqetê agahiyan belav dike.

Ajansa Welat bi nûçe û naverokên xwe dibe deng û rengê welat.

Xwediyê Îmtîyazê: Fahrettîn Kiliç

Berpirsiyarê Karên Nivîsan: Medya Bal

Navnîşan: Fırat Mahallesi, 553. Sokak, Tanlar Şehri Teras Evleri, B Blok,
Kat: 5 - No: 40, Kayapınar, Diyarbakır

Telefon: +90 (532) 519 37 73

E-mail: awelatnavend@gmail.com
Malper: www.ajansawelat.com
Twitter Youtube Instagram Whatsapp
  • Serrûpel
  • Têkilî
  • Derbarê Me De

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne

Encamek nîn e
View All Result
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
  • JIN
  • ÇAND
  • ABORÎ
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • CÎHAN
  • FORUM
  • KIRMANCKÎ

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne