Li Qamişloyê bi armanca daxwaza azadiya fîzîkî ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, meşek hat lidarxistin. Di meşê de hat destnîşankirin ku berxwedana Îmraliyê planên li dijî gelê Kurd pûç kirine.
Însiyatîfa Sûriyeyê ya ji bo Azadiya Rêber Abdullah Ocalan, bi beşdariya girseyeke mezin meşek li dar xist. Meşa ku ji Qada Azad a Qamişloyê dest pê kir, heta kolana Kornîşê berdewam kir. Beşdarên meşê wêneyên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hildan û pankartên bi nivîsa “Em ê azadiya fîzîkî ya Rêber Apo û yekitiya Kurdan a demokratîk mîsoger bikin” vekirin. Di meşê de bênavber diruşmeyên “Bê Serok jiyan nabe” û “Bijî Serok Apo” hatin berzkirin.
‘Planên wan pûç kirin’
Li kolana Kornîşê, li ser navê Însiyatîfê Mihemed Ebdurehîm axivî û bal kişand ser tecrîda giran a li Îmraliyê. Ebdurehîm tecrîd wekî “tecrîda li ser mirovahiyê” pênase kir û wiha got: “Dixwazin bi rêya tecrîdê îradeya gelê Kurd bişikînin. Lê berxwedana Rêber Apo û têkoşîna wî ya ji bo aştiyê planên wan pûç kirin.”
Banga mezinkirina têkoşînê
Ebdurehîm di dawiya axaftina xwe de destnîşan kir ku ramanên Abdullah Ocalan li seranserê cîhanê belav bûne û azadiya wî pêwistiyek dîrokî ye. Ebdurehîm diyar kir ku ji bo şikandina tecrîdê divê têkoşîn mezintir bibe.
Meş piştî daxuyaniyê bi diruşmeyan bi dawî bû.
















