Danişîna 9emîn a doza rojnameger Abdurrahman Gok li 5emîn Dadgeha Cezayê Giran a Amedê berdewam kir. Şandeya Dadgehê dîsa daxwaza rakirina qedexeya dervê welat red kir.
9emîn danişîna doza rojnameger Abdûrrahman Gok li 5emîn Dadgeha Cezayê Giran a Amedê berdewam kir. Abdurrahman Gok ku bi beyanên îtirafkar Umît Akbiyik bi “endamtiya rêxistinê” û “propagandaya rêxistinê” tê darizandin, cara 9emîn derket pêşberî dadger. Di danişînê de Rojnameger Abdurrahman Gok û parêzerên wî Resul Tamur û Mehmet Emîn Aktar li salona danişînê amade bûn. Nûnerên Komeleya Rojnamevanan a Dîcle Firatê (DFG) û Komeleya Lêkolînên Medya û Hiqûqê (MLSA) jî beşdarî danişînê bûn. Abdurrahman Gok, li dijî îfadeyên şahidê nepen “K8Ç4B3L1T5″ ku daxilî îdianameyê hatine kirin, parastin kir û bal kişand ser pîşeya xwe rojnamegeriyê. Abdurrahman Gok xwest tedbîrên kontrola edlî yên der barê wî de bên rakirin û doza beraetê kir.
Abdurrahman Gok li dijî beyanên şahidê nepen, anî ziman ku herî dawî di 2017an de çûye Sûriyeyê û Ajansa Mezopotamyayê di sala 2018an de hatiye vekirin û wiha got: “Beyanên şahidê veşarî ne rast in. Kî li googleyê navê min binivîse wê bibine ku ez çi dikim. Ev ne tiştekî veşarî ye.”
Parêzer Mehmet Emîn Aktar jî destnîşan kir ku piştî Abdurrahman Gok nûçeya der barê Kûrkût çêkiriye bûye hedefa midûriyeta polîsan û xwest tedbîra kontrola edlî ya der barê muwekîlê wî de bê rakirin. Parêzer Resûl Tamûr jî destnîşan kir ku girtekên teşxîsê yên şahidê veşarî daxilî dosyeyê bên kirin dê derkeve holê ku îdiayên der barê Abdurrahman Gok de pûç in û xwest tedbîrên kontrol edlî bên rakirin.
Li ser daxwaza dozger, şandeya dadgehê jî biryara domandina tedbîrên kontrola edlî da û daxilkirina girtekên teşxîsê yên şahidê veşarî li nava dosyeyê red kir.
Danişîna dozê taloqî 26ê Sibata 2026an kirin.













