Amed – 145 sal berê li ser daxwaza Şêx Neytullah, mîmarê bi nav û deng Lola yê Suryan qesra bi heybet ava dike. Piştê serhildana Şêx Seîd, Şêx Neytullah û malbata wî mişextî Kutahya yê dikin. Ji wê rojê ve ye ev mîrateya giranbuha roj bir roj hildiweşe.
Ev qesra giranbuha ji diroka Kurdistanê belgeyek e. Qesra Gozel Şêx, ku li gundê Gozel Şêx a navçeya Çinarê ya Amedê ye, di sala 1880 de ji hêla Şêx Neytullah ve hatiye çêkirin. Ev avahiya bi heybet a ku bi kevirên reş ên bazalt û bi kevirên zer hatiye avakirin her çiqas hilweşiya be jî dîsa heybetiya xwe dipareze. Qesra Şêx Gozel bi şekl û şemalê xwe, hûrguliyên xwe yên mîmarî û bi bejna xwe bala mirovan dikişîne. Avahîsazê qesrê ku di kare xwe de deng vedaye, Mîmar Lola yê suryan e. Qesr di dema xwe de hem wekî xanî û hem jî wekî medrese xizmet kiriye.
Şêx Neytullah û feqîyên xwe ji ber piştgiriya serhildana Şêx Seîd dikin, dibin hedefa devleta Tirk. Du birayên Şêx Neytullah ji aliyê leşkerin Tirk ve tên infazkirin.
Piştê mişextkirina Kurdan mihaciran li gund bi cih dikin
Di heman salê de meclîsa Tirkiye yê kanûna girtina medrese û zawiyeyan derdixe. Bi vê kanûnê medreseya Gozel Şêx jî tê girtin. Şêx Neytullah û malbata wî mişextê bajarê Kutahya yê dikin. Piştê çend salan malbata şêx Neytullah vedigere cihên xwe lê biryara mişextbûyinê careke din derdikeve û berê malbatê vê carê didin bajarê Eskîşehîr û Kutahya yê.
Piştê mişextkirina malbatê devleta Tirk, Tirkên ku ji Bulgaristanê hatine li gundê Gozel Şêxê bi cih dikin. Erd û zevîyên malbate li ser van mihaciran tapû dikin. Piştê salên dirêj malbata şêx careke din vedigerin ser axa xwe. Nevîyên Şêx Neytullah, niha li gundê bav û kalen xwe kare çandinî yê dikin.
Zaningeha wê serdemê bû
Yek ji nevîyên Şêx Neytullah, Heybet Altunakar ê ku mala wî li cem qesrê ye derbarê dîroka qesrê de agahîyan dide kesên ku tên serdana qesrê dikin. Heybet Altûnakar, destnîşan kir ku qesr di dema xwe de peyvira zaningehê roja me de danî cih û got: “Li Kurdistanê cihên perwerdeyê medresebûn. Li van medreseyan zimanê perwerdê ji Kurdî û Erebî bû. Feqîyê li vir îcazet digirtin ji bo meletîyê bikin diçûn deverên din. Piştê malbata me mişextê bajarê Tirkan kirin qesr vala ma. Cihên ku mirov têde nejî zû xirab dibin. Herî dawî ji ber erdhêja Mereşê qesr hinek din jî hilweşiya. Ev qesr ji bav û kal ê me wek mirateyek ma ye. Em dixwazin bê restorekirin.”