• Kurmancî
  • Kirmanckî
  • |
  • Derbarê Me De
  • |
awelatnavend@gmail.com
Ajansa Welat
17 SIBAT 2026
Encamek nîn e
View All Result
  • ROJANE
    ‘Qeyim dê têk biçe û gelê Wanê bi ser bikeve’

    ‘Qeyim dê têk biçe û gelê Wanê bi ser bikeve’

    Mazlûm Ebdî ji Colanî xwest yên li pişt komkujiyan hesab bidin

    Mazlum Ebdî: Armanc me pêkanîna aştiyê û peymanê ye

    Ji ‘hevkariya leşkerî’ ber bi statuya siyasî ve

    Ji ‘hevkariya leşkerî’ ber bi statuya siyasî ve

    Ji KURDÎGEHê deklarasyona 21ê Sibatê: Bila Kurdî di destûra bingehîn de cîh bigire

    Ji KURDÎGEHê deklarasyona 21ê Sibatê: Bila Kurdî di destûra bingehîn de cîh bigire

    Derûnnas Baran Edîş: Ruhê yekîtiyê ji bo Kurdan referans ava kir

    Derûnnas Baran Edîş: Ruhê yekîtiyê ji bo Kurdan referans ava kir

    Li Amedê 5 ciwanên enternasyonalîst hatin binçavkirin

    Li Stenbolê gelek kes hatin binçavkirin

  • JIN
  • ÇAND
  • ABORÎ
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • CÎHAN
  • FORUM
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
    ‘Qeyim dê têk biçe û gelê Wanê bi ser bikeve’

    ‘Qeyim dê têk biçe û gelê Wanê bi ser bikeve’

    Mazlûm Ebdî ji Colanî xwest yên li pişt komkujiyan hesab bidin

    Mazlum Ebdî: Armanc me pêkanîna aştiyê û peymanê ye

    Ji ‘hevkariya leşkerî’ ber bi statuya siyasî ve

    Ji ‘hevkariya leşkerî’ ber bi statuya siyasî ve

    Ji KURDÎGEHê deklarasyona 21ê Sibatê: Bila Kurdî di destûra bingehîn de cîh bigire

    Ji KURDÎGEHê deklarasyona 21ê Sibatê: Bila Kurdî di destûra bingehîn de cîh bigire

    Derûnnas Baran Edîş: Ruhê yekîtiyê ji bo Kurdan referans ava kir

    Derûnnas Baran Edîş: Ruhê yekîtiyê ji bo Kurdan referans ava kir

    Li Amedê 5 ciwanên enternasyonalîst hatin binçavkirin

    Li Stenbolê gelek kes hatin binçavkirin

  • JIN
  • ÇAND
  • ABORÎ
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • CÎHAN
  • FORUM
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
Encamek nîn e
View All Result
Ajansa Welat
Encamek nîn e
View All Result

‘Qeyim dê têk biçe û gelê Wanê bi ser bikeve’

Wan / AW

17 SIBAT 2026 - 16:26
Kategorî: MANŞET, ROJANE
A A
Platfomra Ked û Demokrasiyê ya Wanê di salvegera tayînkirina qeyimê Şaredariya Bajarê Mezin a Wanê de daxuyanî da û wiha hate gotin: “Pergala qeyûm berdewama polîtîkayên 100 salî yên li dijî gelê Kurd e û ev hişmendiya qeyim dê têk biçe. Ev talanker û diz dê biçin û gelê Wanê bi ser bikeve.”

Platfomra Ked û Demokrasiyê ya Wanê, bi boneya salvegera tayînkirina qeyimê li ser Şaredariya Bajarê Mezin a Wanê li Qada Bajêr ya navçeya Rêya Armûşê daxuyaniyek da. Di daxuyaniyê de pankarta “Ne îrada qeyim, lêbelê îrada gel, em rê nadin qeyim û faşîzmê” hat vekirin û dirûşmên “Qeyim ji Wanê here”, “Neslîhan Şedal û Abdullah Zeydan vîna me ne” û “Bijî berxwedana Wanê” hatin berzkirin. Hevşaredarên Bajarê Mezin ên Wanê Neslîhan Şedal û Abdullah Zeydan ku qeyîm tayînî şûna wan hatiye kirin, rêveberên partiyên siyasî, parlamenter, nûnerên saziyên sivîl û gelek welatî tev li daxûyaniyê bûn.

‘Sê caran vîna gelê Wanê desteser kirine’

Hevberdevkê platformê Engîn Işik metna daxuyaniyê xwend. Engîn Işik diyar kir ku sê caran li dijî îradeya gelê Wanê qeyûm hatine tayînkirin û got: “Ev hewldana desteserkirina îrade di serî de îradeya gelê Wanê, nûnerên wan ên hilbijartî û meclîsên wan paşguh dike. Yên ku bi salan e bi berdewamî behsa îradeya gel dikin, niha israr dikin ku wê îradeyê desteser bikin. Vê pratîka dij-demokratîk li Wan, Mêrdîn, Êlih, Dêrsim, Qaxizman û gelek deverên din şaredarî ji gel girtine. Li Wanê, meclîsên şaredariyan jî bêfonksiyon mane. Rêveberiya şaredariyê bêyî demokrasiya herêmî, şefafî û hesabdayînê nayê kirin. Qeyûm tê wateya pirsgirêkan. Ev zîhniyeta qeyûm, ku 10 sal in di şaredariyên me de cih digire, sedema sereke ya hemû pirsgirêkên li Wanê ye. Pirsgirêkên pir bingehîn ên ku dikarin bi îradeya gel, bi hesabdayînê û bi nûnerên wan ên hilbijartî werin çareser kirin, ji hêla rejîma qeyûm ve hatine girankirin. Hikûmeta AKPê ji bersiva 14-0 a ku di 31ê Adarê de li sindoqan hat dayîn û ji bersiva ku gelê Wanê di bûyerên mazbatayê de daye nîşandan, dersa pêwîst negirtiye. Gelê me dê di hilbijartinên giştî de bersivek hîn bihêztir bide wan.”

‘Waniyan bi serbilindiyeke mezin peyama xwe da’

Piştre Abdullah Zeydan axivî û ev tişt got: “Zîhniyeta li pişt komploya 6ê çileyê ya li dijî Rojava û komploya navneteweyî ya li dijî Rêberê Gelê Kurd Birêz Abdullah Ocalan ku me du roj berê 27’emîn salvegera wê protesto kir û zîhniyeta li pişt qeyûmên îro yên hatine tayînkirin, heman e. Ez dixwazim bibêjim ku ew hemû ji heman çavkaniyê tên xwedîkirin.Ez van komployan şermezar dikim û careke din spasiya gelê Kurd, şoreşgerên Tirk û hemû kesên ku piştgiriyê didin aştiyê dikim, ji ber ku bi berxwedaneke mezin van komployan vala derxist. Gelê me di hilbijartinên 31ê Adarê de nîşan da ku ev 10 salên tayînkirina qeyiman di dilê wan de ti nirxek nîn e. Serkeftina 14-0 bersiva herî mezin e ku ji rejîma qeyim û zîhniyeta wan re hatiye dayîn. Gelê Wanê bi serbilindiyeke mezin peyama xwe da.”

‘Têgihiştina wan faşîzm e’

Neslihan Şedal jî bi silavkirina gelê Wanê û welatiyên ku hatine girtin û hîn jî di girtîgehê de ne dest bi axaftina xwe kir û wiha got: “Di 15ê Sibatê de, salvegera komploya navneteweyî qeyim tayînî şaredariyê kirin û îradeya gelê Wanê hat desteserkirin. Vê pergalê peyama ‘Çawa ku me 26 sal berê serokê we girt, em îradeya we desteser dikin’ da me. Lê çawa ku gelê Kurd 27 sal berê li ser îrade û rêberê xwe sekinî, dîsa bi heman awayî li vir e. Gelê Wanê di 31ê Adarê de bi bidestxistina her 14 şaredariyan dîrok nivîsand. Tayînkirina qeyiman berdewamiya polîtîkayên 100 salî yên pergalê yên li dijî gelê Kurd e. Me xwest şaredariyên xwe bi nêzîkatiyek ‘demokratîk, ekolojîk û azadiya jinan’ birêve bibin. Êrîşa wan a sereke li hember vê felsefeyê bû. Ji ber ku di têgihîştina wan de, cih ji bo jin, ciwan, ekolojî û azadiyê tune ye. Têgihîştina wan faşîzm e. Tiştên ku HTŞ li dijî rêxistinên jinan ên li Rojava pêk tîne, heman polîtîkayên ku qeyîm li vir pêk tînin in. Sîstema li dijî jinan li wir û li vir heman e. Çi dibe bila bibe, em ê bi felsefeya ‘Jin, jiyan, azadî’ li vî bajarî jiyanek nû biafirînin. Em ê li vê herêmê jiyanek azad, wekhev û demokratîk ava bikin. Vî gelî her gav bersivek mezin daye we û ew ê di vê hilbijartinê de jî bersivek mezin bidin we.”

Daxuyanî bi protestokirina qeyim bi dawî bû.

Etîket: Abdullah ZeydanHevşaredara Wanê Neslîhan Şedalqeyim
Parve BikeTweetWhatsAppParve BikeParve Bike

Nûçeyên Din

Jin li Wanê bi mijara 8ê Adarê civiyan

Jin li Wanê bi mijara 8ê Adarê civiyan

11 SIBAT 2026
Komeleya Ekolojiyê ya Wanê kongreya xwe li dar xist

Komeleya Ekolojiyê ya Wanê kongreya xwe li dar xist

7 SIBAT 2026
Neslîhan Şedal: Armanca êrişan têkbirina paradîgmaya neteweya demokratîk bû

Neslîhan Şedal: Armanca êrişan têkbirina paradîgmaya neteweya demokratîk bû

1 SIBAT 2026
Abdullah Zeydan: Guhertina tabelaya Kurdî bêtehemuliya li dijî nasnameya Kurdan e

Abdullah Zeydan: Guhertina tabelaya Kurdî bêtehemuliya li dijî nasnameya Kurdan e

6 ÇILE 2026
Hevşaredarên Akdenîzê: Hişmendiya qeyim desteserkirina vîna gel e

Hevşaredarên Akdenîzê: Hişmendiya qeyim desteserkirina vîna gel e

15 MIJDAR 2025
Abdullah Zeydan: Divê dewlet jî li gorî ruhê pêvajoyê gav biavêje

Abdullah Zeydan: Divê dewlet jî li gorî ruhê pêvajoyê gav biavêje

14 MIJDAR 2025

ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN

  • Abdullah Ocalan: Hêviya ku her tim nivî hat hiştin, bi Aştî û Civaka Demokratîk re ji nû ve şîn dibe

    Ocalan: Qonaxa yekem qediya, ev hevdîtin civîna têketina entegrasyonê ye

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • ROJEVA 17ê SIBATA 2026an

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • ‘Dorpêç ranebe rewşa Kobanê xeter e’

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Li Stenbolê gelek kes hatin binçavkirin

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Li Amedê standa hişmendiya ziman hate danîn

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Deklerasyona TJAyê: 8ê Adarê roja avakirina jiyaneke nû ye

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Bi wêneyan pêvajoya entegrasyonê: HSD li baregehan asayîş li wargehan bi cih bû

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Ji ‘hevkariya leşkerî’ ber bi statuya siyasî ve

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Li Enqereyê Roja Zimanê Dayikê hat pîrozkirin

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Panela ziman: Kurdî tevî hemû zextan hebûna xwe parast

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0

ARŞÎV

  • SIBAT 2026 (647)
  • ÇILE 2026 (1573)
  • KANÛN 2025 (636)
  • MIJDAR 2025 (501)
  • COTMEH 2025 (512)
  • ÎLON 2025 (484)
  • TEBAX 2025 (467)
  • TÎRMEH 2025 (582)
  • HEZÎRAN 2025 (463)
  • GULAN 2025 (577)
  • NÎSAN 2025 (468)
  • ADAR 2025 (540)
  • SIBAT 2025 (514)
  • ÇILE 2025 (594)
  • KANÛN 2024 (628)
  • MIJDAR 2024 (94)

Ajansa Welat, bi nûçeyên taybet, dosya, lêkolîn, dîmen û deng civakê agahdar û ronî dike.

Bi şîara agahiyên rast û objektif weşanê esas digire, li ser şopa heqîqetê agahiyan belav dike.

Ajansa Welat bi nûçe û naverokên xwe dibe deng û rengê welat.

Xwediyê Îmtîyazê: Fahrettîn Kiliç

Berpirsiyarê Karên Nivîsan: Medya Bal

Navnîşan: Fırat Mahallesi, 553. Sokak, Tanlar Şehri Teras Evleri, B Blok,
Kat: 5 - No: 40, Kayapınar, Diyarbakır

Telefon: +90 (532) 519 37 73

E-mail: awelatnavend@gmail.com
Malper: www.ajansawelat.com
Twitter Youtube Instagram Whatsapp
  • Serrûpel
  • Têkilî
  • Derbarê Me De

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne

Encamek nîn e
View All Result
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
  • JIN
  • ÇAND
  • ABORÎ
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • CÎHAN
  • FORUM
  • KIRMANCKÎ

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne