Walî û Qeyimê Colemêrgê Alî Çelîk wek Cîgirê Wezîrê Karên Derve hat tayînkirin. Cuneyt Orçun Zor bû qeyimê nû yê Şaredariya Colemêrgê.
Şaredariya Colemêrgê ya Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) bi dest xistibû. Waliyê Colemêrgê Alî Çelîk di sala 2024an de wek qeyim tayînî şaredariyê hatibû kirin. Çelîk, di 20ê Sibata 2026an de bi Biryarnameya Serokkomartiyê wek Cîgirê Wezîrê Karên Derve hat tayinkirin û li şuna wî İbrahim Taştapan wek Waliyê Colemêrgê hat tayînkirin. Taşyapan, Cîgirê Waliyê Colemêrêgê û Sekreterê Giştî yê Îdareya Taybet a Bajêr Cuneyt Orçun Zor wek qeyimê Şaredariya Colemêrgê peywirdar kir.













