• Kurmancî
  • Kirmanckî
  • |
  • Derbarê Me De
  • |
awelatnavend@gmail.com
Ajansa Welat
01 NÎSAN 2026
Encamek nîn e
View All Result
  • ROJANE
    Girtî Babat li nexweşxaneyê jiyana xwe ji dest da

    Girtî Babat li nexweşxaneyê jiyana xwe ji dest da

    Dê nasnameyê bidin Kurdên ku qeydên wan tunene

    Dê nasnameyê bidin Kurdên ku qeydên wan tunene

    Li Amedê ji boneya 4ê Nîsanê bafirok hatin firandin

    Li Amedê ji boneya 4ê Nîsanê bafirok hatin firandin

    Trump: Îran daxwaza agirbestê kir

    Trump: Îran daxwaza agirbestê kir

    Li Qamişlo û Tirbespiyê pîrozbahiyên Ekîto hatin lidarxistin

    Li Qamişlo û Tirbespiyê pîrozbahiyên Ekîto hatin lidarxistin

    Bi boneya rojbûna Rêberê Gelê Kurd hawîrdor şîn dibe

    Bi boneya rojbûna Rêberê Gelê Kurd hawîrdor şîn dibe

  • JIN
  • ÇAND
  • ABORÎ
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • CÎHAN
  • FORUM
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
    Girtî Babat li nexweşxaneyê jiyana xwe ji dest da

    Girtî Babat li nexweşxaneyê jiyana xwe ji dest da

    Dê nasnameyê bidin Kurdên ku qeydên wan tunene

    Dê nasnameyê bidin Kurdên ku qeydên wan tunene

    Li Amedê ji boneya 4ê Nîsanê bafirok hatin firandin

    Li Amedê ji boneya 4ê Nîsanê bafirok hatin firandin

    Trump: Îran daxwaza agirbestê kir

    Trump: Îran daxwaza agirbestê kir

    Li Qamişlo û Tirbespiyê pîrozbahiyên Ekîto hatin lidarxistin

    Li Qamişlo û Tirbespiyê pîrozbahiyên Ekîto hatin lidarxistin

    Bi boneya rojbûna Rêberê Gelê Kurd hawîrdor şîn dibe

    Bi boneya rojbûna Rêberê Gelê Kurd hawîrdor şîn dibe

  • JIN
  • ÇAND
  • ABORÎ
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • CÎHAN
  • FORUM
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
Encamek nîn e
View All Result
Ajansa Welat
Encamek nîn e
View All Result

Qeymeqamiyê konsera Koma Amed qedexe kir!

Stenbol / AW

20 KANÛN 2025 - 15:57
Kategorî: MANŞET, ROJANE
A A
Qeymeqamiya Kuçukçekmeceyê serlêdana NÇMê ya ji bo konsera Koma Amed betal kir û bi hinceta “ne guncav e” konser betal kir.

Navenda Çanda Mezopotamyayê (NÇM) îro li Navenda Pêşandanê ya Yahya Kemal Beyatli ya Şaredariya Kuçukçekmeceya Stenbolê dê konsera Koma Amed li dar bixe. Bi NÇMê ji bo konserê serî li Qeymeqamiya Kuçukçekmeceyê da. Qeyemeqamiyê serlêdanê nirxand û biryar da ku konser ne “guncav” e. Qeymeqamiyê bi hinceta “neguncaviyê” destûr neda ku konser were lidarxistin.

NÇMê û Sanatça Organîzasyonê têkildarî qedexekirina konserê daxuyanî da û nerazîbûn nîşanî biryara qeymeqamiyê da.

Daxuyanî bi vî rengî ye:

“Di çarçoveya rêzekonserên KOMA AMED ên ku wê ji alîyê Sanatça Organîzasyon ve li gelek bajaran bên çêkirin de, me dê îro jî li Stenbolê li Salona Yahya Kemal Beyatli a girêdayî Şaredarîya Kuçukçekmeceyê piştî Konsera Amedê konsera xwe ya 2yemîn çêbikira. Wekî ku gelê me jî ji nêz ve dişopîne, bi destpêka pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk re, zemînên hunera Kurdî li gel hemû astengîyan geştir bû. Girêdayî vê yekê, KOMA AMED ku ev 30 sal in ji ber qedexeyan nekarîye werin ser axa xwe stranên xwe bibêjin, di 25ê Cotmeha 2025an de li Amedê li qada Newrozê stranên azadîyê û ji bo aşîtîyê gîhandin bi sedhazaran kesî. Ji bo ku KOMA AMED li gelek bajaran bigihêje gel û stranên azadîyê bi hev re bibêjin, ji hêla Organîzasyona me ve 20’ê Berfanbarê li Salona Yahya Kemal Beyatli a girêdayî Şaredarîya Kuçukçekmeceyê konsera KOMA AMED dihate çêkirin.

Di kêlîyên ku me amadekarîya konsera KOMA AMED dikirin de, ji hêla qaymeqamîya Kuçukçekmeceyê ve bê hincet, bi îddîaya ku ‘ne guncav e’ qedexeya konsera me hatiye qedexekirin. Ji doh de hemû hewildanên me bê bersiv hatine hiştin ji bo çêkirina Konsera Koma Amed li Stenbolê. Em wekî sazîyeke ku organîzasyonên çandî û hunerî bi zimanê Kurdî dikin; bi tu awayî vê qedexeyê qebûl nakin. Her wiha di pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk de, ji her demê bêhtir azadîya fikr û ramanê, azadîya bi zimanê xwe û çanda xwe huner çêkirin hewce ye hebe de, astengîyên li hemberî hunera azad xizmetê ji aştîyê re nake. Em dizanin ku ev astengî û qedexe ji hêla hêzên derveyî ‘norm’an tên kirin. Hîn jî qirkirina çandî li ser hunera Kurdî berdewam e bi destê aştînexwazan. Em ji hemû gelê xwe re, ji guhdarvanên KOMA AMED lêborînê dixwazin ku me maxdîriyetek çêkiribe. Em ê di demeke nêz de li saloneke cuda agahîyên konserê bi we re parve bikin. Di dawî de; Em ê wekî hunermendên Kurd, ji her demê xurttir û geştir stranên xwe bibêjin. Em ê bi stran û tilîliyên xwe aştîyê bînin vî welatî. Wê aşîtî bi ser keve.”

Koma Amed li Amedê konserek heybet li dar xistibû

Di 25ê Cotmehê de Şaredariya Peyasê, Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê û Sanatça Organîzasyon li Qada Newrozê ya Amedê bi beşdariya sed hezaran kes konsera Koma Amed li dar xistibû. Koma Amed piştî 30 salan cara yekemîn li Bakurê Kurdistanê û Tirkiyeyê konserek li dar xistibû.

Etîket: Koma AmedNÇMSanatça Organîzasyon
Parve BikeTweetWhatsAppParve BikeParve Bike

Nûçeyên Din

Newroza Stenbolê bi stranên Koma Amed bi dawî bû

Newroza Stenbolê bi stranên Koma Amed bi dawî bû

22 ADAR 2026
Koma Amed dê tevli Newroza Stenbolê bibe

Koma Amed dê tevli Newroza Stenbolê bibe

2 ADAR 2026

‘Werin em ji bo zimanê xwe bimeşin’

20 SIBAT 2026
Ji hunermendên NÇMê peyama ji bo Rojava

Ji hunermendên NÇMê peyama ji bo Rojava

20 ÇILE 2026
Koma Amed li Amedê dar çandin

Koma Amed li Amedê dar çandin

27 COTMEH 2025
Konsera Koma Amed bi dawî bû: Hesreta bi salan bî dawî bû

Konsera Koma Amed bi dawî bû: Hesreta bi salan bî dawî bû

25 COTMEH 2025

ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN

  • Berdevkê Dîplomasiyê yê PJAKê: Rejîm êdî ne rejîma berê ye

    Berdevkê Dîplomasiyê yê PJAKê: Rejîm êdî ne rejîma berê ye

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • ROJEVA 1ê NÎSANA 2026an

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Bi girseyî serdana şîna Denîz Şen kirin

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Hosteyê sînemaya şoreşgerî hat dinê: Em ê bi ser bikevin, em ê teqez bi ser bikevin

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • ‘Nexweş dixwazin bi Kurdî xizmetê werbigirin’

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Mala Mesûd Barzanî hedef hate girtin

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Li Wanê KURDÎWAR bi kelecaneke mezin hat vekirin

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Pîrozbahiyên 4ê Nîsanê: Li vê qadê rêxistinkirin, hilberîn, bawerî û wate kok girtiye

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Farqîn bi Kurdî dixemile: Serlêdana pêşbirka çîrok û helbestê dest pê kir

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Bêrîvan Bahçecî: Heya azadiya fîzîkî pêk neyê pêvajo bi ser nakeve

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0

ARŞÎV

  • NÎSAN 2026 (34)
  • ADAR 2026 (1153)
  • SIBAT 2026 (1043)
  • ÇILE 2026 (1573)
  • KANÛN 2025 (636)
  • MIJDAR 2025 (501)
  • COTMEH 2025 (512)
  • ÎLON 2025 (484)
  • TEBAX 2025 (467)
  • TÎRMEH 2025 (582)
  • HEZÎRAN 2025 (463)
  • GULAN 2025 (577)
  • NÎSAN 2025 (468)
  • ADAR 2025 (540)
  • SIBAT 2025 (514)
  • ÇILE 2025 (594)
  • KANÛN 2024 (628)
  • MIJDAR 2024 (94)

Ajansa Welat, bi nûçeyên taybet, dosya, lêkolîn, dîmen û deng civakê agahdar û ronî dike.

Bi şîara agahiyên rast û objektif weşanê esas digire, li ser şopa heqîqetê agahiyan belav dike.

Ajansa Welat bi nûçe û naverokên xwe dibe deng û rengê welat.

Xwediyê Îmtîyazê: Fahrettîn Kiliç

Berpirsiyarê Karên Nivîsan: Medya Bal

Navnîşan: Fırat Mahallesi, 553. Sokak, Tanlar Şehri Teras Evleri, B Blok,
Kat: 5 - No: 40, Kayapınar, Diyarbakır

Telefon: +90 (532) 519 37 73

E-mail: awelatnavend@gmail.com
Malper: www.ajansawelat.com
Twitter Youtube Instagram Whatsapp
  • Serrûpel
  • Têkilî
  • Derbarê Me De

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne

Encamek nîn e
View All Result
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
  • JIN
  • ÇAND
  • ABORÎ
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • CÎHAN
  • FORUM
  • KIRMANCKÎ

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne