Bernameya Qûpaya Cîhanê ya 2026an ya futbolê diyar bû. Di vê qûpaya ku wê di 11ê Hezîranê de bê lidarxistin de gelek tiştên ku cara yekem pêk bên dê werin jiyankirin.
Kelecana ji bo Qûpaya Cîhanê ya FIFA ya ku wê cara yekem bi 48 tîman di demek nêz de bê lidarxistin her ku diçe zêde dibe.
Tûrnûvaya ku dê Amerîka, Meskîka û Qanada ji wê re malovantiyê bike, wê 11ê Hezîranê roja Pêncşemê li stada Mexico City destpêbike û piştî 6 hefteyan wê di 19ê Tîrmehê roja Yekşemê li stada 82 hezar û 500 kesan a New York New Jersey bi pêşbirka fînalê bi dawî bibe.
Di tûrnûvayê de bi giştî dê 104 pêşbirk bên lîstîn. Pişbirkên tûrnûvayê dê li 16 stadên cuda, di 4 demên ji hev du cudatir de pêk bên. Amerîka wê ji van pêşbirkan 78ê wan re malovantî bike.
3 welat cara yekem tevlî dibin
FIFA ya ku ji Qûpaya Cîhanê ya 2022an 7 mîlyar dolar qezenc bidest xist, li bendêye ku di vê tûrnûvayê de vê qezenca xwe derbixe 11 mîlyar dolaran.
Bi zêdebûna tîmên beşdarvan ve Gravên Yeşîl Burun, Curaçao, Urdun û Ozbekîstan dê di dîroka xwe de cara yekem di vê tûrnûvayê de cih bigrin. Îsal Tirkiye jî piştî 23 salan tevlî vê turnuvayê dibe. Her wiha tîma Iraqê jî dê li Qupaya Cîhanê de cihê xwe bigre.
Stada Mexico City dê bikeve rûpelên dîrokê
Li aliyê din Stada Mexico City a ku navê xwe ji paytexta welêt digre jî bi stada xwe ya ku ji 83 hezar kesan pêk tê di dîroka Qûpaya Cîhanê de ji ber wê cara 3yemîn ji pêşbirka destpêkê re malovantiyê bike, dê di vî warî de derbasî rûpelên dîrokê bibe.
Li Stada Mexico City berî niha pêşbirka destpêkê ya navbera Meksîka-Yekitiya Soveyatan (0-0) a turnuvaya 1970an, pêşbirka destpêkirinê ya Îtalya-Bulgarîstan (1-1) a sala 1986an hatibû lîstîn.
Yek ji gogbazên navdar Pele di turnuvaya 1970an li vê stadê qûpaya fînalê rahiştibû. Her wiha, Maradona jî di sala 1986an de dîsa li vê stadê gola xwe ya ku wek “gola sedsalê” hat pênasekirin, avêtibû. Ev stada ku xwedî kêliyên dîrokî ye dê di Qûpaya Cîhanê ya 2026an de ji pêşbirka destpêkirinê ya Meksîka-Afrîkaya Başûr re malovantiyê bike.
Li aliyê din, di nav 16 stadên tûrnûvayê de stada herî mezin bi qapasîteya xwe ya 94 hezar kesan stada Dallasê ye. Ya herî piçûk jî bi 45 hezar kesan stada Torontoyê ye.













