• Kurmancî
  • Kirmanckî
  • |
  • Derbarê Me De
  • |
awelatnavend@gmail.com
Ajansa Welat
10 NÎSAN 2026
Encamek nîn e
View All Result
  • ROJANE
    Şampiyoniya Batman Petrolsporê bi coş hate pêşwazîkirin

    Şampiyoniya Batman Petrolsporê bi coş hate pêşwazîkirin

    Mazlûm Ebdî bi partiyên Kurdî yên Kobanê re hevdîtin kir

    Mazlûm Ebdî bi partiyên Kurdî yên Kobanê re hevdîtin kir

    Şaredara Kobanê Almaz Romî dest bi peywira xwe kir

    Şaredara Kobanê Almaz Romî dest bi peywira xwe kir

    Amadekariyên pêguhertina dîlgirtiyan didomin

    Amadekariyên pêguhertina dîlgirtiyan didomin

    Maînz de seba qirkerdişê Dêrsimî vendayena vîrardişî

    Cangoriyên Tevkujiya Dêrsimê dê li Almanyayê bên bîranîn

    Bi hatina biharê Rewanduz bi rengê kesk xemilî

    Bi hatina biharê Rewanduz bi rengê kesk xemilî

  • JIN
  • ÇAND
  • ABORÎ
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • CÎHAN
  • FORUM
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
    Şampiyoniya Batman Petrolsporê bi coş hate pêşwazîkirin

    Şampiyoniya Batman Petrolsporê bi coş hate pêşwazîkirin

    Mazlûm Ebdî bi partiyên Kurdî yên Kobanê re hevdîtin kir

    Mazlûm Ebdî bi partiyên Kurdî yên Kobanê re hevdîtin kir

    Şaredara Kobanê Almaz Romî dest bi peywira xwe kir

    Şaredara Kobanê Almaz Romî dest bi peywira xwe kir

    Amadekariyên pêguhertina dîlgirtiyan didomin

    Amadekariyên pêguhertina dîlgirtiyan didomin

    Maînz de seba qirkerdişê Dêrsimî vendayena vîrardişî

    Cangoriyên Tevkujiya Dêrsimê dê li Almanyayê bên bîranîn

    Bi hatina biharê Rewanduz bi rengê kesk xemilî

    Bi hatina biharê Rewanduz bi rengê kesk xemilî

  • JIN
  • ÇAND
  • ABORÎ
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • CÎHAN
  • FORUM
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
Encamek nîn e
View All Result
Ajansa Welat
Encamek nîn e
View All Result

‘Êdî divê dewlet gavan biavêje’

Fexredîn Kiliç / AW

16 ADAR 2025 - 08:32
Kategorî: MANŞET, ROJANE
A A
Amed – Welatiyên ku tev li Newroza Bismilê bûn, xwestin Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan azad bibe û wiha gotin: “Rêberê Gelê Kurd berpirsyartiya xwe bi cih anî divê dewlet jî gavan biavêje.”

 

Newroza ku îsal bi dirûşma “Rêbertiya Azad, Civaka Demokratîk” tê pîrozkirin duh li navçeya Bismil a Amedê bi awayekî bicoş û bi tevlibûna bi hezaran kesan hate pîrozkirin. Welatiyên ku tev li Newrozê bûn têkildarî banga Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û Newrozê ji ajansa me re axivîn.

‘Bar ketiye ser milê dewletê’

Yek ji welatiyan Mizbah Bariş (56) diyar kir ku banga Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bangeke erênî ye û wiha got: “Rêberê Gelê Kurd û partiya me berpirsyartiya xwe bi cih anî. Serok û partî jî dibêjin bila Meclis bikeve dewrê. Bar ketiye ser milê dewletê. Divê dewlet ewilî qanûnên xwe biguherîne. Divê bi Serok re hevdîtin berdewam bikin.”

‘Divê diyalog berdewam bikin’

Mizbah Bariş axaftina xwe wiha domand: “Kesekî 25 salan di girtîgehê de razayî ye. Em dixwazin jê re sererastkirinên hiqûqî pêk bên. Qanûn bên çêkirin. Diyalog berdewam kirin û statu jî divê bê naskirin. Niha jî tu lê dinêrî di fermiyetê de guhertin nînin. Em dixwazin rast e rast behsa Rêberê Gelê Kurd bikin. Newroz çiqas xurt derbas bibe dê destê serok jî ewqas xurt bibe dê bikaribe bazarê rehet bike.”

‘Heta lihevhatinek pêk neye xwîn nasekine’

Dayika bi navê Ayten Kiliç (59) jî anî ziman ku banga Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ji wan re girîng e û wiha got: “Ji ber ku wî can û mal daye. Her tişt ji bo me kiriye. Em gotina wî girîng dibînin. Hemû hezkiriyên me di vê oxirê de herin jî em dibêjin aştî. Em aştiyê dixwazin. Divê dewlet jî destê xwe deyne bin kevir. Kî şer bike jî heta aştî pêk neyê lihevhatin pêk neyê xwîn nasekine. Hewceye ev xwîn bisekine.”

‘Bila Erdogan destê xwe deyne bin kevir’

Ayten Kiliç, bang li dayikên leşker û polîsan jî kir û wiha berdewam kir: “Bila destê xwe bidin destê dayikên me yên aştiyê. Bila bêjin aştî. Dawiya şer û xwînê tune ye. Em dixwazin aştiyeke bixêr were welatê me. Welatê me zilm dît, kuştin, talan, hefs dît. Miletê kurd her tişt dît. Miletê kurd miletekî qedîm e. Ma dibêjin bila hemû ji me re be. Wisa nabe. Kuştiyê me, hefsiyê me, gerilayê me jî hene dîsa em dibêjin aştî. Ez bang li Erdogan dikim ku destê xwe deyne bin kevir.”

‘Divê Rêber Apo azad bibe’

Sabît Zumrut (32) jî bi bîr xist ku Rêberê Gelê Kurd salên berê jî ji bo pêvajoyên hin gav avêtibûn û wiha got: “Lê ev gav nehatibûn bersivandin. Ji bo ku çareseriyek çêbibe dîsa pêvajoyek hatiye destpêkirin. Gelê me hinekê bifikar e ka dê gav were avêtin nayê avêtin. Ji bo ku gel fêm bike divê ev pêvajo ji wan re were parvekirin. Divê ewilî hevalên me yên di zindanan de werin berdanê. Ji bo pêşengî azadiya Rêberê Apo û ya girtiyan e. Ji bo ku ev pêvajo bi awayekî rast bimeşe divê Rêber Apo azad bibe. Yekane çareserî ev e.”

Sabît Zumrut, tevlibûna xwe ya Newrozê wiha vegot: “Ez bi hestên banga Rêber Apo tev li Newrozê bûm. Hêvî dikim ku ev pirsgirêk çareser bibe û Rêber Apo jî azad bibe.”

‘Em dixwazin şer bisekine û aştî pêk were’

Dayika bi navê Salîha Înanç (63) jî wiha got: “Em dixwazin şer bisekine, aştî pêk were û xwîn were sekinandin. Em dixwazin dewlet jî gavan biavêje û lihevkirinek pêk were. Em ji bo aştî pêk were hatine Newrozê.”

‘Hêj jî tecrîd didome’ 

Beşîr Akin (67) jî bi lêv kir ku Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan rêberekî netewî ye û ev tişt gotin: “Îro dibêjin pêvajoya aştiyê destpêkiriye lê em tu aştiyê nabînin. Hem behsa aştiyê dikin hem jî gavan naavêjin. Hêj tecrîd li ser Rêberê Gelê Kurd e. Aştî bi edaletê tê. Em bi rojî ne. Em dibêjin yarebî tu aqlekî selîm bidî wan ku gavan biavêjin. Madem zimanê wan dibêje divê bi dilê xwe gavan biavêjin. Hêj yek gav neavêtine. Hêj tecrîd li ser Serok e, hevalên me di nava çar dîwaran de ne. Dayikên me hêsir ji çavên wan tê.”

Beşîr Akin, anî ziman ku Newroz bi bedelan heta van rojan hatiye û wiha domand: “Newroz bi xwînê hatiye heta van rojan ne bi rehetî. Em ji Batmanê ji bo piştgiriyê bidin aştiyê hatine Newrozê. Divê li her derê piştgirî hebe. Xew mirine. Hewce ye em rabin. Bi gotinê nabe bi liv û tevgerê dibe.

‘Em dixwazin aştî pêk were ku her roj weke Newrozê xweş bibin’

Dayika bi navê Muzeyyen Baran (60) bal kişand ser banga Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û wiha got: “Em dixwazin aştî pêk were. Bila her rojên me weke roja Newrozê xweş bin. Newroz ji bo aştiyê ye. Bila dayikên tu kesê negirîn. Em rast diçin wan ew bi planan tên me. Vaye li vir jî kesk û sorên ciwanan ji wan distînin destur nadin. Em dixwazin aştiyeke mayînde û rastî were. Me gav avêtin bila ew jî gavan biavêjin. Bila temamî hefsiyan bên berdan. Em ji bo hêsirên çavên kesê nebarin û aştî pêk were hatine Newrozê.”

‘Divê her kes xwedî li bangê derkeve’

Remzî Karakaş jî xwest ku Newroza 2025an bibe wesîleya aştî û xwişk û biratiyê û wiha got: “Em dixwazin temamê gel ji aştî û xwişk û biratiyê re xizmetê bikin. Ji aştiyê çêtir aştiyê. Em banga Serok pir erênî dibînin. Ji bo Rojhilata Navîn banga Serok pir balkêş e û di cih de ye. Em dixwazin her kes xwedî li vê bangê derkeve.”

‘Em li ser gorên zarokên xwe jî dibêjin aştî’

Hamdiye Karagoz (50) jî diyar kir ku Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan gav avêt lê yên li hemberî wî hêj gav neavêtine û wiha got: “Em li ser gorên zarokên xwe jî dibêjin aştî lê ew aştiyê naxwazin. Em gulan didin destê wan ew guleyan berdidin me. Em jî dixwazin pêvajoyeke aştî û wekheviyê dest pê bike û bila dayik negirîn. Em ji bo Serokê xwe destê xwe deynin bin kevir.”

Welatiyê bi navê Ensarî Ateş (76) got ku li pey gotinên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan in û wiha axivî: “Dewlet divê ji bo rewşa xwe ya heyî gavan biavêje.”

Etîket: Abdullah OcalanBanga Aştiyê û Civaka DemokratîkNewroza Bismilênirxandinwelatî
Parve BikeTweetWhatsAppParve BikeParve Bike

Nûçeyên Din

Qamişlo ji bo azadiya Abdullah Ocalan meşiya

Qamişlo ji bo azadiya Abdullah Ocalan meşiya

9 NÎSAN 2026
Bîrlîk: Divê Meclîs ji bo pêşketina pêvajoyê demildest gavan biavêje

Bîrlîk: Divê Meclîs ji bo pêşketina pêvajoyê demildest gavan biavêje

9 NÎSAN 2026
Polîsan şahî asteng kir: Rojbûna Abdullah Ocalan hate pîrozkirin

Polîsan şahî asteng kir: Rojbûna Abdullah Ocalan hate pîrozkirin

5 NÎSAN 2026
Li Şengalê Cejna Jîngehparêzî û Zarokan a 4ê Nîsanê hate pîrozkirin

Li Şengalê Cejna Jîngehparêzî û Zarokan a 4ê Nîsanê hate pîrozkirin

5 NÎSAN 2026
Veysî Aktaş: Em hêvî dikin 4ê Nîsana 2027an Rêbertî di nav me de be

Veysî Aktaş: Em hêvî dikin 4ê Nîsana 2027an Rêbertî di nav me de be

5 NÎSAN 2026
Li navçeya Sokeyê rojbûna Ocalan hat pîrozkirin

Li navçeya Sokeyê rojbûna Ocalan hat pîrozkirin

4 NÎSAN 2026

ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN

  • Zagros 24 TV dest bi weşanê dike

    Zagros 24 TV dest bi weşanê dike

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Ne kes dikare bifiroşe, ne kes dikare bikire!

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Berfa zêde jî ava Gola Wanê zêde nekir: Xeterî mezin e

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Rojnameger Ermîş: Piştî agirbestê xeta sêyemîn dê bêtir bê nîqaşkirin

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Hikûmeta Demkî paşve gav avêt: Pênaseya ‘Ereb’ hate rakirin

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Bîrlîk: Divê Meclîs ji bo pêşketina pêvajoyê demildest gavan biavêje

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Berdevkê PJAKê Avdanan: Bêyî Kurdan li Rojhilata Navîn guhertin erênî nabe

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Heyva Sor a Kurd ji bo zarokên cangoriyan şahî pêk anî

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Bi hatina biharê Rewanduz bi rengê kesk xemilî

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Maça Amedsporê dê ji TRT Kurdiyê bê weşandin

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0

ARŞÎV

  • NÎSAN 2026 (353)
  • ADAR 2026 (1153)
  • SIBAT 2026 (1043)
  • ÇILE 2026 (1573)
  • KANÛN 2025 (636)
  • MIJDAR 2025 (501)
  • COTMEH 2025 (512)
  • ÎLON 2025 (484)
  • TEBAX 2025 (467)
  • TÎRMEH 2025 (582)
  • HEZÎRAN 2025 (463)
  • GULAN 2025 (577)
  • NÎSAN 2025 (468)
  • ADAR 2025 (540)
  • SIBAT 2025 (514)
  • ÇILE 2025 (594)
  • KANÛN 2024 (628)
  • MIJDAR 2024 (94)

Ajansa Welat, bi nûçeyên taybet, dosya, lêkolîn, dîmen û deng civakê agahdar û ronî dike.

Bi şîara agahiyên rast û objektif weşanê esas digire, li ser şopa heqîqetê agahiyan belav dike.

Ajansa Welat bi nûçe û naverokên xwe dibe deng û rengê welat.

Xwediyê Îmtîyazê: Fahrettîn Kiliç

Berpirsiyarê Karên Nivîsan: Medya Bal

Navnîşan: Fırat Mahallesi, 553. Sokak, Tanlar Şehri Teras Evleri, B Blok,
Kat: 5 - No: 40, Kayapınar, Diyarbakır

Telefon: +90 (532) 519 37 73

E-mail: awelatnavend@gmail.com
Malper: www.ajansawelat.com
Twitter Youtube Instagram Whatsapp
  • Serrûpel
  • Têkilî
  • Derbarê Me De

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne

Encamek nîn e
View All Result
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
  • JIN
  • ÇAND
  • ABORÎ
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • CÎHAN
  • FORUM
  • KIRMANCKÎ

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne