• Kurmancî
  • Kirmanckî
  • |
  • Derbarê Me De
  • |
awelatnavend@gmail.com
Ajansa Welat
17 ADAR 2026
Encamek nîn e
View All Result
  • ROJANE
    Îsraîl dagirkirina başûrê Libnanê berfireh dike

    Îsraîl dagirkirina başûrê Libnanê berfireh dike

    Li Şîrazê fermandarek din ê Îranê hate kuştin

    Li Şîrazê fermandarek din ê Îranê hate kuştin

    Dijminatiya li dijî bîranîna Rahşan Demîrelê: Wê zirara darekê bigihîje kê?

    Dijminatiya li dijî bîranîna Rahşan Demîrelê: Wê zirara darekê bigihîje kê?

    Çelenga Newrozê Elefterîa Fortûlakî: Çalakiya wê gihîşt armanca xwe

    Çelenga Newrozê Elefterîa Fortûlakî: Çalakiya wê gihîşt armanca xwe

    Çelenga Newrozê Sema Yuce: Agirek ji dîwarên zindanan hilçûyî

    Çelenga Newrozê Sema Yuce: Agirek ji dîwarên zindanan hilçûyî

    ROJEVA 04ê ÇILEYA 2025AN

    ROJEVA 17ê ADARA 2026an

  • JIN
  • ÇAND
  • ABORÎ
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • CÎHAN
  • FORUM
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
    Îsraîl dagirkirina başûrê Libnanê berfireh dike

    Îsraîl dagirkirina başûrê Libnanê berfireh dike

    Li Şîrazê fermandarek din ê Îranê hate kuştin

    Li Şîrazê fermandarek din ê Îranê hate kuştin

    Dijminatiya li dijî bîranîna Rahşan Demîrelê: Wê zirara darekê bigihîje kê?

    Dijminatiya li dijî bîranîna Rahşan Demîrelê: Wê zirara darekê bigihîje kê?

    Çelenga Newrozê Elefterîa Fortûlakî: Çalakiya wê gihîşt armanca xwe

    Çelenga Newrozê Elefterîa Fortûlakî: Çalakiya wê gihîşt armanca xwe

    Çelenga Newrozê Sema Yuce: Agirek ji dîwarên zindanan hilçûyî

    Çelenga Newrozê Sema Yuce: Agirek ji dîwarên zindanan hilçûyî

    ROJEVA 04ê ÇILEYA 2025AN

    ROJEVA 17ê ADARA 2026an

  • JIN
  • ÇAND
  • ABORÎ
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • CÎHAN
  • FORUM
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
Encamek nîn e
View All Result
Ajansa Welat
Encamek nîn e
View All Result

Rêberê Gelê Kurd kuştin dan sekinandin

Omer Demîr / AW

16 KANÛN 2025 - 08:19
Kategorî: CIVAK, MANŞET, POLÎTÎKA
A A
Amed – Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan di 27ê Sibatê de banga “Aştî û Civaka Demokratîk’ kir. Piştî bangê şer sekinî. Li gorî daxuyanî û nûçeyên malperan piştî banga Abdullah Ocalan 26 gerîla û leşkeran jiyana xwe ji dest daye. Di sala 2024an de jî 287 gerîla û leşkeran jiyana xwe ji dest dabû.

Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan di 27ê Sibatê de banga “Aştî û Civaka Demokratîk” kiribû. Ji wê rojê heta niha di 9 mehên dawî de 26 gerîla û leşkeran jiyana xwe ji dest daye. Li gorî daxuyaniyên PKK û TSKê di sala 2024an de 287 gerîla û leşkeran jiyana xwe ji dest daye. Li gorî daneyên TSKê û nûçeyan di sala 2024an de bi giştî 84 leşkeran jiyana xwe ji dest daye. Di nav wan de 39 leşkeran li qada şer jiyana xwe ji dest daye.

Serokê MHPê Dewlet Bahçelî di 1ê Cotmeha 2024an de li Meclisê çû cem koma DEM Partiyê û silav da Hevserok û wekilên DEM Partiyê. Devlet Bahçelî got “Em dikevin serdemeke nû. Dema em ji bo cîhanê aştiyê dixwazin, divê di serî de em aştiya navxweyî pêş bixin.” Gotinên Devlet Bahçelî li Tirkiyeyê bû rojeva sereke. Devlet Bahçelî piştre di 22yê Cotmehê de di koma partiya xwe de bang li Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan kir ku bê li Meclîsê biaxive.

Piştî 3 sal û 7 mahan hevdîtina yekem

Parlamenterê DEM Partiyê yê Rihayê Omer Ocalan di 14ê Tebaxê de ji bo hevdîtina bi Abdullah Ocalan re serî li Wezareta Dadê dabû. Omer Ocalan di 23yê Cotmehê de çû Îmraliyê. Ev hevdîtin piştî 3 sal 7 mehan pêk hat. Abdullah Ocalan di peyama xwe de got ‘Tecrîd berdewam dike. Heke şert û merc ava bibin, hêza min heye ku ez pirsgirêka Kurd ji zemîna şer û pevçûnê veguherînim ser bingeha hiqûq û siyasetê. Ez xwedî vê hêza teorî û pratîk im.’

Di 27ê Sibata 2025an de şandeya Dem Partiyê ya ku ji Ahmet Turk, Pervîn Bûldan, Sirri Sureyya Onder, Tulay Hatimogulları, Tuncer Bakirhan, Cengiz Çiçek û Faik Ozgur Erol pêk dihat çû Îmraliyê û bi Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan re hevdîtin kir. Piştî hevdîtinê Şandeya DEM Partiyê, banga Aştî û Civaka Demokratîk ya Rêberê Gelê Kurd  Abdullah Ocalan ji raya giştî re aşkere kirin. Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan di bangê de xwest ku PKK xwe fesix bike û dawî li şerê çekdarî bîne.

Kongreya dîrokî ya PKKê

Piştî banga Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan PKKê di 1ê Adarê de agirbesta yekalî rqagihand. Di 5-7ê Gulanê de Kongreya xwe ya 12emîn li darxist. Di 12ê Gulanê de PKKê encama 12emîn kongreya xwe aşkere kir. PKKê diyar kir ku li ser banga Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan di 5-7ê Gulanê de li du qadên cuda kongre pêk anîye û biryara fesixkirina PKKê û berdana çekan daye.

Merasîma bi heybet

Di 11ê Tîrmeha 2025an de 30 gerîlayên PKKê bi merasîmeke bi heybet li Şikefta Casanayê ya li Silêmaniyê çek şewitandin. Di 26 Cotmehê de Rêveberiya Tevgera Azadiyê daxuyanî da û diyar kir ku wan dest bi vekişîna hêzên xwe yên li Tirkiye û bakurê Kurdistanê kiriye.

Banga Aştî û Civaka Demokratîk 

Piştî banga Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan “Aştî û Civaka Demokratîk” ya 27ê Sibatê şerê di navbera PKKê û Hêzên Çekdar ên Tirk (TSK) sekinî. Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bi banga xwe pêşî li mirina leşker, polês û gerîlayan girt.

Li gorî daxuyaniya PKKê di sala 2024an de 203, di sala 2025an de 50 gerîlayên PKKê jiyana xwe ji dest dane. Piştî banga Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ya 27ê Sibatê ya “Aştî û Civaka Demokratîk” 11 gerîlayên PKKê jiyana xwe ji dest dan.

Mirina gerîla û leşkeran da sekinandin

Li gorî daneyên TSK û nûçeyan di sala 2024an de bi giştî 84 leşkeran jiyana xwe ji dest daye. Di nav wan de 39 leşkeran li qada şer jiyana xwe ji dest daye. Di sala 2025an de bi giştî 40 leşkeran jiyana xwe ji dest daye. Di sala 2025an de 20 leşkeran li qada şer jiyana xwe ji dest daye. Piştî banga Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ya 27ê Sibatê 15 leşkeran jiyana xwe ji dest daye, ji van 15 leşkeran 12an bi gaza metanê ya jehrî jiyana xwe ji dest dabûn.

Piştî banga Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ya 27ê Sibatê vir ve 26 gerîla û leşkeran di qada şer de jiyana xwe ji dest daye. Li gorî daxuyaniyên PKK û TSKê di sala 2024an de 287 gerîla û leşkeran jiyana xwe ji dest daye. Ev jî derdixe holê ku banga Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan mirina leşker, polês û gerîlayan sekinandiye. Di mehên dawî de ne gerîlayên PKKê ne jî leşkerên Tirk jiyan xwe ji dest dane.

 

 

Etîket: Abdulah OcalanBanga Aştî û Civaka Demokratîkmirinsekinandin
Parve BikeTweetWhatsAppParve BikeParve Bike

Nûçeyên Din

Rapora derbarê Dîlan Karaman hat weşandin

Rapora derbarê Dîlan Karaman hat weşandin

9 ADAR 2026
Bahçelî: Banga 27ê Sibatê baştir hat fêmkirin

Bahçelî: Banga 27ê Sibatê baştir hat fêmkirin

3 ADAR 2026
Ji 27ê Sibatê heta Îro: PKKê rastiya Kurd bi dostan da nasîn û bi dijminan da qebûlkirin -4

Welatiyên Wanî: Bila tu kes ji aştiyê netirse, aştî dewlemendiyeke cîhanê ye

28 SIBAT 2026
Înîsiyatîfa Yekîtiyê: Kobanê warê şînbûna yekîtiya neteweyî ye

Înîsiyatîfa Yekîtiyê: Ji bo entegrasyona demokratîk pêdivî bi qanûnên aştiyê heye

27 SIBAT 2026
‘Divê sermuzakerevan birêz Ocalan dikaribe bi awayekî azad bixebite’

‘Divê sermuzakerevan birêz Ocalan dikaribe bi awayekî azad bixebite’

27 SIBAT 2026
Gelê Kurd saleke bang dike: Divê dewlet êdî gavên şênber biavêje

Gelê Kurd saleke bang dike: Divê dewlet êdî gavên şênber biavêje

26 SIBAT 2026

ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN

  • Jiyan Hewraman: Ezmûna têkoşîna Kurdan demokrasî û azadiyê hêsan dike

    Jiyan Hewraman: Ezmûna têkoşîna Kurdan demokrasî û azadiyê hêsan dike

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Daxuyaniyên ji bo Helebceyê: Me ji bîr nekir, em ji bîr nakin HATE NÛKIRIN

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Guleryuz: Em li bendê ne ku peyama bi dîmen a Ocalan li Newrozê bê nîşandan

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Bayram Bozyel: Kurd bi tifaqeke neteweyî dikarin bigihîjin azadiyê

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Ji Hevserokên Giştî yên DEM Partiyê peyama Newrozê

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Bi girseyî serdana şîna Denîz Şen kirin

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Welatiyên Îdirê: Em ê tim ji bo serkeftinê têbikoşin

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Dijminatiya li dijî bîranîna Rahşan Demîrelê: Wê zirara darekê bigihîje kê?

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Li gundên Rojhilatê Kurdistanê Newroz û rîtuelên vejînê

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Roja hevdîtina Şandeya Îmraliyê û Wezareta Dadê diyar bû

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0

ARŞÎV

  • ADAR 2026 (632)
  • SIBAT 2026 (1043)
  • ÇILE 2026 (1573)
  • KANÛN 2025 (636)
  • MIJDAR 2025 (501)
  • COTMEH 2025 (512)
  • ÎLON 2025 (484)
  • TEBAX 2025 (467)
  • TÎRMEH 2025 (582)
  • HEZÎRAN 2025 (463)
  • GULAN 2025 (577)
  • NÎSAN 2025 (468)
  • ADAR 2025 (540)
  • SIBAT 2025 (514)
  • ÇILE 2025 (594)
  • KANÛN 2024 (628)
  • MIJDAR 2024 (94)

Ajansa Welat, bi nûçeyên taybet, dosya, lêkolîn, dîmen û deng civakê agahdar û ronî dike.

Bi şîara agahiyên rast û objektif weşanê esas digire, li ser şopa heqîqetê agahiyan belav dike.

Ajansa Welat bi nûçe û naverokên xwe dibe deng û rengê welat.

Xwediyê Îmtîyazê: Fahrettîn Kiliç

Berpirsiyarê Karên Nivîsan: Medya Bal

Navnîşan: Fırat Mahallesi, 553. Sokak, Tanlar Şehri Teras Evleri, B Blok,
Kat: 5 - No: 40, Kayapınar, Diyarbakır

Telefon: +90 (532) 519 37 73

E-mail: awelatnavend@gmail.com
Malper: www.ajansawelat.com
Twitter Youtube Instagram Whatsapp
  • Serrûpel
  • Têkilî
  • Derbarê Me De

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne

Encamek nîn e
View All Result
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
  • JIN
  • ÇAND
  • ABORÎ
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • CÎHAN
  • FORUM
  • KIRMANCKÎ

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne