Hat ragihandin ku rejîma Îranê bi îdiaya “propaganda li dijî hikûmetê” 32 meh ceza li ciwanekî Kurd yê xelkê Serdeşt a rojhilatê Kurdistanê birî.
Li gor nûçeya Kolbernewsê, ciwanekî Kurd yê bi navê Ramyar Mihemed Zade (19) yê xelkê bajarê Serdeşt ku niha li Pîranşarê dimîne, ji aliyê Dadgeha Şoreşê ya Mahabadê ve cezayê 32 mehan ê girtîgehê lê hat birîn.
Di nûçeyê de hatiye diyarkirin ku dadgeha rejîmê bi îdiaya “propagandaya li dijî hikûmetê û alîkariya partiyeke muxalefetê” ceza li wî ciwanê Kurd biriye.
Beriya niha jî di meha Gulanê de hêzên rejîmê bi ser mala Ramyar Mihemed de girtibûn. Ramyar 2 mehan girtî mabû. Piştre bi şertê kontrola edlî bi awayek demkî ji girtîgehê hatibû berdan. Herî dawî di meha Îlonê de carek din hatibû binçavkirin û biribûn girtîgeha Nexedeyê.