Hêzên Rejîma Îranê di nava du rojan de 4 welatiyên Kurd binçav kirin.
Zextên rejîma Îranê yên li ser Kurdan dewam dikin. Di rojên dawî de zextên li ser Kurdan derdikevin pêş. Li gorî medya Rojhilatê Kurdistanê di nava du rojên borî de, 4 welatiyên Kurd li Sine, Seqiz û Mazendera ji aliyê hêzên îstîxbarata Îranê ve hatine binçavkirin. Çavkaniyê ragihand ku her 4 Kurd bêyî fermana dadwer hatine binçavkirin, sedema binçavkirinê nehate zanîn û birin cihekî ne diyar. Navê welatiyên hatine binçavkirin wiha ne; Rêbwar Erjengî, Hemîd Seîdî, Peyman Şêx Xelamî û Nerîman Rendanî.