Wezareta Îtlaatê ya Îranê ji malbatên kesên di xwepêşandanan hatine binçavkirin xwest ku başdarî meşa ‘Şoreşa Îslamî ya Îranê’ bibin û piştgiriyê bidin rejîmê. Her wiha malbat bi gotina, “Hûn tev li meşê nebin xizmên we nayên berdan” binavkirî wekî şantajê bikar anîn.
Li Îranê zordariyên rejîmê yên piştî serhildana gelan destpêkirîn, berdewam dikin. Li gorî daneyan di xwepêşandanan de herî kêm 7 hezar kes hatine qetilkirin, nêzî 12 hezar kes hatine birîndarkirin û zêdeyî 50 hezar kesî jî hatine girtin. Niha jî derket holê ku rejîma Îranê li ji malbatên xwepêşanderên di bin çavan de xwestiye ku tev li meşa bi navê, “Şoreşa Îslamî ya Îranê” ku her sal bi bi armanca salvegera rejîmê pêk tê, bibin. Li gorî nûçeya Malpera Dengê Binçavkirinên Kurd û Îranê têkildarî gef û zextên rejîma Îranê yên li ser malbatên binçavkiriyên di xwepêşandanên li Îran û Rojhilatê Kurdistanê de, agahî weşandin.
Xwest tevlêbûna xwe îspat bikin
Li gorî agahiyên malperê Wezareta Îstîxbaratê ya Îranê û artêşa pasdarên Îranê gef li malbatên binçavkiriyên xwepêşandanan xwarine ku di beramberî jiyana zarokên xwe beşdarî meşa bi boneya ‘Şoreşa Îslamî ya Îranê’ pêk tê, bibin. Malperê da zanîn ku Wezaretê ji malbatan xwestiye ku bi wêne û vîdeoyan amadebûna xwe ya di meşê de îspat bikin û dilsoziya xwe ya bi rejîma Îranê re bînin ziman.
Her sal di 11ê Sibatê de bi boneya ‘Şoreşa Îslamî ya Îranê’ ya sala 1979an meşek tê lidarxistin.













