Rejîma Îranê, welatiyê bi navê Elî Fehîm ê di dema çalakiyên meha Çileyê de hatibû girtin, darve kir.
Rejîma Îranê, gelek kes bi hinceta ku tev li çalakiyên protestoyî yên ji 28’ê Kanûna 2025’an ve destpê kirin bûne, darve kir. Ajansa Nûçeyan a Mîzanê, ragihand ku Elî Fehîm bi hinceta ku tevlî çalakiyan bûye hatiye darvekirin.
Emir Hiseyn Hatemî, Muhammed Emin Biglarî û Şahîn Vaheperest ên bi Fehîm re di heman dozê de dihatin darezandin jî hefteya bihûrî hatibûn darvekirin.
Bi şewata Besîcê dihat tawanbarkirin
Elî Fehîm û kesên din bi îdiaya ku baregeha Besîcê ya li rojhilatê Tehranê şewitandine dihatin darizandin. Parêzerên dozê jî îşaret bi dîmenên kêliya bûyerê û welatî ji hêla kesên cilên sivîl li xwe kirin ve xistine avahiyê, piştre derî hatine girtin û avahî hatiye şewitandin. Di dîmenan de dengê welatiyan ku dibêjin “pal nedin me” jî tê bihîstin.
Welatiyên piştî şewatê di avahiyê de asê mabûn hatin girtin. Fehîm û kesên pê re jî di nav van kesan de cih digirtin.













