Meclisa Mamosteyên Sineyê ragihand ku 14 mamosteyên kurd bi cezayên giran ji aliyê Wezareta Perwerdeyê ya Îranê ve hatin cezakirin.
Meclisa Mamostayên Sineyê bi daxuyaniyekê ragihand ku di çarçoveya çewisandinên dijî mamosteyên kurd, 14 mamostayên li bajarên Sine, Seqîz û Dîwandere bi cezayên wek ‘xanenişînbûna bi zorê, durxistina ji kar hatin cezakirin.
Hate diyarkirin ku her 14 mamoste ji aliyê Lijenya Nirxandina Binpêkirinên Îdarî ya Wezareta Perwerdeyê ya Îranê ve hatine cezakirin.
Meclisa Mamosteyên Sine di daxuyaniyê de rexne li desthilata Îranê kirin û tekezî hat kirin ku ew perwerdehiyê wekî saziya herî girîng a her civakekê pênase dikin ku ji ber kêmasiya budceyê û kêmbûna mamosteyan bi krîzek mezin re rû bi rû ye.
Navê mamosteyên hatine cezakirin wiha ne: “Mecîd Kerîmî, Xeyas Nîmetî, Selah Hacî Mîrzayî, Nesrîn Kerîmî, Leyla Zarî, Feysel Nûrî, Perweyz Hesenî, Kawe Mihemed Zade, Hîwa Qureyşî, Umêd Şamhemedî, Şehram Kerîmî, Luqman Ela Muradî, Suleyman Ebdî, Mehyedîn Reyhanî.”