Human Rights Watch ragihandin ku rejîma Îranê di 24 saetan de 9 girtî daliqandin.
Rêxistina Şopandina Mafê Mirovan a Navneteweyî (Human Rights Watch), ragihand ku rejîma Îranê di 24 saetên borî de, li girtîgehên cuda 9 girtî bi darve kir. HRWê destnîşan kir ku beşek ji girtiyên ku cezayê darvekirinê lê hatîn birîn, ji girtîgeha Evîn a li Tehranê û Girtîgeha Mezin a Tehranê, sewqî Girtîgeha Qezel Hezarê kirin. Darvekirinên di rêjeya zêde û binpêkirinên mafê jiyanî yên li Îranê bertekên navneteweyî li pey xwe de aniye. Rêxistinên serbixwe yên mafên mirovan, welatê Îranê wek welatê herî zêde cezayên darvekirinê lê tên kirin bi nav dikin.
Dadgeha Îranê bi gelemperî derbarê van darvekirina de daxuyaniyek fermî nade. Lê rêxistinên serbixwe yên mafên mirovan destnîşan dikin ku Îran bi rêjeya bilind a darvekirinê, di binpêkirina mafê jiyanê de rêza yekem a cîhanê de ye.