Rejîma Îranê piştî êrişên DYA û Îsraîlê girtiyên di girtîgeha Evînê de vediguhêze cîhên li nêzî navend û baregehên girêdayî Pasdarên Şoreşa Îslamî û wan wekî mertal bikar tîne.
‘Bimre dîktator’
Di dîmenekî ku li ser platforma dîjaîtal Xê de hatî parvekirin de tê îdîakirin ku Rêjîma Îranê girtiyên ku di girtîgeha Evînê de vediguhêze cîhên li nêzî navend û baregehên girêdayî Pasdarên Şoreşa Îslamî û wan wekî mertal bikar tîne. Kesê ku di dîmen de diaxivê dibêje: “Ev heramzade, ev cara 3yemîn e ku li girtîgeha Evînê, zindaniyên jin û mêr dibin cîhên li nêzî navend û baregehên girêdayî Pasdarên Şoreşa Îslamî û wan wekî mertal bikar tîne.” Kesê ku diaxive herî dawî dirûşma “Bimre dîktator” berz dike.













