Rejîma Îranê girtiyê siyasî yê Kurd Hemîd Hisên Nejad li girtîgeha Urmiye bi awayek veşartî bidarve kir. Du roj berê malbatê destnîşan kiribû ku ji Hemîd Hisên agahiyê nagirin.
Li gor nûçeya Rêxistina Mafên Mirov a Kurdistanê, şeva borî di saetên dereng de girtiyê siyasî yê Kurd Hemîd Hisên Nejad Heyderlu li girtîgeha Urmiyeyê bi awayek veşartî hatiye darvekirin. Dadgeha Şoreşê ya Urmiyeyê kesûkarên Hemîd Hisên agahdarkirine ku nabe ew taziyeyê daynin.
Hêjayî gotinêye ku Hemid Hisên Nejad Heyderlu (39), di Tîrmeha sala 2024an de bi îdiaya ‘endamtiya PKKê’ hate girtin û bi îdiaya “xayîntiya welat” biryara darvekirinê jê re hate dayin. Ji bo darvekirina Heyderlu, di 15ê Nîsanê de xistin hucreya yekkesî û hevdîtina xwe ya herî dawî ya bi malbatê re di 17ê Nîsanê de li darxist. Li ser vê yekê, malbata wî diyar kir ku cezayê hatiye birîn derveyî hiqûqê ye û li pêşiya Girtîgeha Navendî ya Urmiyeyê dest bi çalakiya rûniştinê kiribû.
Di 3 mehan de 230 kes darve kirin
Rejîna Îranê di Adarê de 6 welatiyên kurd darve kirin. Rejîma Îranê di 2024an de 972 mirov darve kirin û di 3 mehên dawî yên 2025an de zêdetirî 230 welatî darve kirin. Li gorî daneyên Neteweyên Yekbûyî (NY) yên 2024an li Îranê herî kêm 901 kes hatin darvekirin. Li gorî daneyên Komîseriya Bilind a Mafên Mirovan a NYê di 2023an de 853 mirov û di 2024an de jî 972 mirov hatin darvekirin. Di nava wan de 31 jin hatin darvekirin. Daneyên Rêxistina Efûyê ya Navneteweyî yên 2022an destnîşan dikin ku li 55 welatan cezayê darvkirinê di meriyetê de ye. Li 23 welatan cezayê darvekirinê heye, lê di 10 salên dawî de pêk neanîne. Li gorî raporê 5 welatên ku herî zêde mirov lê hatine darvekirin wiha ne: Çin, Îran, Erebîstana Siûdî, Somalî û DYA.