Tora Mafê Mirovan a Kurdistanê ragihand ku girtiyê siyasî yê Kurd Hisên Mihemedî careke din ji aliyê rejîma Îranê ve hatiye girtin.
Tora Mafê Mirovan a Kurdistanê derbarê girtina girtiyê siyasî yê bi navê Hisên Mihemedî yê li Rojhilatê Kurdistanê agahiyek da. Di daxuyaniyê de hate gotin ku girtiyê siyasî yê Kurd Hisên Mihemed ji gundê Alîkend ya Bokanê ji aliyê rejîma îranê ve hate girtin û nayê zanîn birine kûderê.
Hate ragihandin ku gelek caran hatiye vexwendina navenda Îtilaatê û avêtine ser mala wî. Hêjayî bibîrxistinê ye 13ê Tîrmeha 2018an Hisên Mihemedî ji aliyê hêzên rejîma Îranê ve hatibû girtin. Piştî lêpirsîn û girtina 2 mehî bi mercê demkî hatibû berdan.