• Kurmancî
  • Kirmanckî
  • |
  • Derbarê Me De
  • |
awelatnavend@gmail.com
Ajansa Welat
18 TEBAX 2025
Encamek nîn e
View All Result
  • ROJANE
    Li Ezazê serçeteyek hate kuştin

    Li Ezazê serçeteyek hate kuştin

    Jinên DBPî li Cizîrê atolye pêk anîn

    Jinên DBPî li Cizîrê atolye pêk anîn

    Jinek li Wanê kuştî hat dîtin

    Jinek li Wanê kuştî hat dîtin

    Ji sedî 43 kes baş bi zimanê zikmakî diaxivin

    Ji sedî 43 kes baş bi zimanê zikmakî diaxivin

    Goreke din a komî li Mûsilê dîtin

    Goreke din a komî li Mûsilê dîtin

    Hejmara nû ya Kovara Jinê derket

    Hejmara nû ya Kovara Jinê derket

  • JIN
  • ÇAND
  • ABORÎ
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • CÎHAN
  • FORUM
  • PODCAST
  • VÎDEO
  • WÊNE
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
    Li Ezazê serçeteyek hate kuştin

    Li Ezazê serçeteyek hate kuştin

    Jinên DBPî li Cizîrê atolye pêk anîn

    Jinên DBPî li Cizîrê atolye pêk anîn

    Jinek li Wanê kuştî hat dîtin

    Jinek li Wanê kuştî hat dîtin

    Ji sedî 43 kes baş bi zimanê zikmakî diaxivin

    Ji sedî 43 kes baş bi zimanê zikmakî diaxivin

    Goreke din a komî li Mûsilê dîtin

    Goreke din a komî li Mûsilê dîtin

    Hejmara nû ya Kovara Jinê derket

    Hejmara nû ya Kovara Jinê derket

  • JIN
  • ÇAND
  • ABORÎ
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • CÎHAN
  • FORUM
  • PODCAST
  • VÎDEO
  • WÊNE
  • HEMÛ NÛÇE
Encamek nîn e
View All Result
Ajansa Welat
Encamek nîn e
View All Result

Rejîma Îranê kolberekî din kuşt

Navenda Nûçeyan /AW

1 SIBAT 2025 - 13:46
Kategorî: ROJANE
A A
Tora Mafê Mirovan a Kurdistanê ragihand ku di meha borî de kolberek jiyana xwe ji dest da û 2 kolber jî birîndar bûn.

Tora Mafê Mirovan a Kurdistanê bîlançoya meha Çileyê ya mirin û birîndarbûna kolberên Kurd belav kir. Hate diyarkirin ku di meha Çileyê de kolberek Kurd li sînorê Bane ya Rojhilatê Kurdistanê jiyana xwe ji dest da û 2 kolber jî li sînorê Serdeşt û Merîwan birîndar bûn. Li gorî agahiyan, kolberê Kurd ê bi navê Idrîs Nadirî li sînorê Bane ya Rojhilatê Kurdistanê ji serma jiyana xwe ji dest da.

Hate destnîşankirin ku kolberê bi navê Şahîn Resûl Pûr li sînorê Serdeşt di encama gulebarana raste rast a hêzên rejîma Îranê de birîndar bû, her wiha kolberê bi navê Mihemed Reîsî jî li sînorê navçeya Merîwan di encama êşkencekirin û lêdana ji aliyê hêzên rejîma Îranê ve birîndar bû. Hêjayî gotinêye ku di sala 2024’an de 51 kolberên Kurd li Rojhilatê Kurdistanê di encama êrişên hêzên rejîma Îranê û sedemên cuda cuda jiyana xwe ji dest dan.

Rêxistina Mafan: Îranê di 2024an de 63 kolber kuştin

Li gorî Rêxistina Mafê Mirovan a Kurdistanê leşkerên rejîma Îranê di 2024an de 63 kolberên Kurd kuştin û 233 kolberên Kurd jî di gulebaran û êrişa raste rast de birîndar kirin. Hate destnîşankirin ku ji ber astengî û rêgiriyên rejîma Îranê ya li pêşiya rêxistin û çalakvanên mafê mirovan di şopandin û lêkolînkirina binpêkirinên li Rojhilatê Kurdistanê, bîlançoya pêwîst nehatiye komkirin.

TMMK: Rejîma Îranê di 2024an de 51 kolber kuştin

Tora Mafê Mirovan a Kurdistanê di rapora 2024an de destnîşan kiribû ku Rejîma Îranê di 2024an de li herêmên sînor ên parêzgeha Urmiye, Bane, Serdeşt, Pawe û Kirmanşan 51 kolberên kurd kuştin û 246 kolber jî birîndar kirine.

Kolbarnewsê: Di 13 salan de 681 kalber kuştin

Di sala 2012an de 43 kolber mirin, 51 kolber birîndar bûn. Di sala 2013an de 43 kolber mirin, 31 kolber birîndar bûn. Di sala 2014an de 44 kolber mirin û 58 kolber birîndar bûn. Di sala 2015an de 38 kolber hatin kuştin û 51 kolber jî birîndar bûn. Di sala 2016an de 29 kolber hatin kuştin û 29 kolber birîndar bûn. Di sala 2017an de 66 kolber hatin kuştin û 88 kolber birîndar bûn. Di sala 2018an de 58 kolber hatin kuştin û 152 kolber birîndar bûn. Di sala 2019an de 86 kolber hatin kuştin û 170 kolber birîndar bûn. Di sala 2020î de 67 kolber kolber hatin kuştin û 174 kolber jî birîndar bûn. Di sala 2021an de 75 kolber hatin kuştin û 153 kolber jî birîndar bûn. Di 2022an de 49 kolber hatin kuştin û 176 kolber jî birîndar bûn. Di sala 2023an de 39 kolber hatin kuştin û 195 kolber jî birîndar bûn. Di sala 2024an de 44 kolber hatin kuştin û 400 kolber jî birîndar bûn.

Etîket: KolberKolbernews
FacebookTweet

Nûçeyên Din

Kolberek Kurd di êrişa hêzên Îranê de birîndar bû

Kolberek Kurd di êrişa hêzên Îranê de birîndar bû

31 TÎRMEH 2025
Îranê kolberek kuşt

Îranê kolberek kuşt

29 HEZÎRAN 2025
Komkujiya veşartî

Komkujiya veşartî

19 ÇILE 2025
Di 2024an de 63 kolber kuştin

Di 2024an de 63 kolber kuştin

4 ÇILE 2025
Rejîma Îranê 32 meh ceza li ciwanek Kurd birî

Rejîma Îranê 32 meh ceza li ciwanek Kurd birî

23 KANÛN 2024
Çekdarên Îranê di 6 mehan de 142 kolber kuştin

Çekdarên Îranê di 6 mehan de 142 kolber kuştin

13 KANÛN 2024

ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN

  • Çend diyalog û heqîqeta taziyeyekê

    Çend diyalog û heqîqeta taziyeyekê

    0 shares
    Facebook 0 Tweet 0
  • Çîrokek ji Geliyê Zîlan: Delala Dînik

    0 shares
    Facebook 0 Tweet 0
  • Girtiyê nexweş ev 3 roj in di beşa lênêrîna awarte de ye

    0 shares
    Facebook 0 Tweet 0
  • ROJEVA 01ê ÇILEYA 2025an

    0 shares
    Facebook 0 Tweet 0
  • ‘Ragihandin di nav şer de têkoşîna zîhnî dike’

    0 shares
    Facebook 0 Tweet 0
  • Keda 200 salî ya Hesinkarê Ermenî Xaço û hedatî

    0 shares
    Facebook 0 Tweet 0
  • Zarokên Suryan fêrî suryanî dike

    0 shares
    Facebook 0 Tweet 0
  • Abdullah Ocalan Mafê Hêviyê anî rojeva Tirkiyeyê

    0 shares
    Facebook 0 Tweet 0
  • Nivîskar û rojnameger Abdurrahîm Kiliç wefat kir

    0 shares
    Facebook 0 Tweet 0
  • Onen: Em dixwazin gel ji bin vî şerê psîkolojîk derxin

    0 shares
    Facebook 0 Tweet 0

ARŞÎV

  • TEBAX 2025 (252)
  • TÎRMEH 2025 (582)
  • HEZÎRAN 2025 (463)
  • GULAN 2025 (577)
  • NÎSAN 2025 (468)
  • ADAR 2025 (540)
  • SIBAT 2025 (514)
  • ÇILE 2025 (594)
  • KANÛN 2024 (628)
  • MIJDAR 2024 (94)

Ajansa Welat, bi nûçeyên taybet, dosya, lêkolîn, dîmen û deng civakê agahdar û ronî dike.

Bi şîara agahiyên rast û objektif weşanê esas digire, li ser şopa heqîqetê agahiyan belav dike.

Ajansa Welat bi nûçe û naverokên xwe dibe deng û rengê welat.

Xwediyê Îmtîyazê: Fahrettîn Kiliç

Berpirsiyarê Karên Nivîsan: Medya Bal

Navnîşan: Fırat Mahallesi, 553. Sokak, Tanlar Şehri Teras Evleri, B Blok,
Kat: 5 - No: 40, Kayapınar, Diyarbakır

Telefon: +90 (532) 519 37 73

E-mail: awelatnavend@gmail.com
Malper: www.ajansawelat.com
Twitter Youtube Instagram
  • Serrûpel
  • Têkilî
  • Derbarê Me De

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne

Encamek nîn e
View All Result
  • Derbarê Me De
  • Hemû Nûçe
  • Home 1

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne