Rejîma Îranê li hemberî zêdebûn û berbelavbûna çalakiyên li seranserê welat belav bûne bergiriyên ewlehiyê derxistin asta herî jor: Hêzên rejîmê gelek bajar dorpêç kirin.
Li Îranê gel ji ber sedemên qeyrana aborî, bêdadî û zordariyan cardin daket kolanan. Bûyerên di 28ê Kanûnê de destpêkirine, hêj jî berdewam dikin. Çalakiyên bi girtina dikanan a esnafan destpê kir, bi meşên xwendekaran berbelav bûn. Duh ve jî çalakiyên protestoyê li tevahiya bajaran belav bû û bi sed hezaran kes bi armanca protesto kirina zordariyên rejîmê daket kolanan.
Êriş û binçavkirin çêbûn
Hêzên rejîmê bi bombeyên xaza îsotê binçavkirinan bersiv da daxwazên gel. Hat zanîn ku di encama êrîşên hêzên rejîmê de gelek welatî birîndar bûn û hatin binçavkirin. Li gorî agahiyên çavkaniyên herêmî, rejîm bi armanca çewisandina çalakiyan hewl dide bajaran dorpêç bike. Hate daxuyandin ku li gelek cihên stratejîk ên bajar leşker hatine bicihkirin. Dîmenên ji bajarê Karajê hatine parvekirin diyar dike ku hêzên rejîmê Tehranê bi zêdekirina tedbîrên leşkerî hewl dide pêşî li çalakiyan bigire.













