Rejîma Îranê ligel berdewamkirina şer jî dest ji darvekirinan bernade. Pehlewanê 19 salî yê bi navê Salih Mûhammedî bi hinceta ku tevlî xwepêşandanên şermezarkirinê bûye hate darvekirin.
Rejîma Îranê ku bi darvekirina berteka qada navneteweyî û raya giştî ya cîhanê dikişîne ligel şerê heyî jî dest ji darkevirinan berna de. Li gorî rêxistinên mafên mirovan û saziyên navneteweyî darvekirina welatiyan bedewam dike. Herî dawî pelhewanê bi navê Salih Mûhammedî li gel welatiyên bi navên Mehdî Kasimî û Saîd Davûdî li bajarê Kûmê hatin darvekirin.
Hate ragihandin ku hersê kes bêyî ku karibin li dadgehê xwe biparêzin, bi hinceta tev li xwepêşandanan bûne hatin darvekirin. Tê gotin, Salih Mûhammedî li Îranê pehlewanekî naskirî bû.












