Di dîmenekî ku li ser platforma Xê ya medyaya dîjîtal hatî parvekirin de dixuye ku hêzên Rejîma Îslamî ya Îranê xwepêşanderan înfaz dike.
Xawepêşandanên li Îran û rojhilatê Kurdistanê di roja 19an de berdewam dikin. Hêzên rejîmê ji bo ku serhildanan bitepisîne heta niha bi hezaran xwepêşander kuştine. Serokê Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê Donald Trump îdia kiribû ku li gor raporên ku tên ber destê wî êdî rejîma Îranê înfaz û darvekirianan nake. Lê di dîmenekî ku li ser platforma Xê ya medyaya dîjîtal hatî parvekirin de dixuye ku hêzên rejîmê ji nêz ve kesekî bi guleyan înfaz dikin.













