Nûnerên DEM Partî, DBP û YAKAY-DERê remza Newrozê Zekiye Alkan li ser gora wê ya Îzmirê bi bîr anîn.
Nûner û rêveberên DEM Partî, DBP û YAKAY-DERê remza Newrozê Zekiye Alkan a di Newroza 1990an de li Sûrên Amedê bedena xwe dabû ber agir bibîr anî. Bi boneya salvegera şehadeta wê rêveberên sazî û partiyan li ser gora wê kom bûn û ew bibîr anî. Nûnerên DEM Partî, DBP û YAKAY-DERê ku li ser gorê kom bûn rêz girtin û piştre axaftin kirin. Parlamenterê DEM Partiyê yê Îzmirê Îbrahîm Akin axivî û soza têkoşînê da. Dîsa Dayika Aştiyê Medîne Kaymaz destnîşan kir ku ew rêya wan ronî dikin û dê têkoşîna wan mezin bikin. Komê piştî bîranînê dirûşmeya “Şehîd namirin” berz kirin û bername bi dawî kirin.