Rêveberê Baroya Stenbolê Prz. Firat Epozdemîr, piştî li balafirgehê hat binçavkirin, bi daxwaza girtinê sewqî dadgehê kirin.
Endamê Rêveberiya Baroya Stenbolê Prz. Firat Epozdemîr, di 23ê çile de li Strasbourgê beşdarî civîna parastinên Konseya Ewropayê bû. Polîsan di vegerê de Firat Epozdemîr li balafirgeha Stenbolê binçav kir.
Polîsan piştî parêzer Firat Epozdemîr birin Midûriyeta polîsan şûnde sewqî Edliyeya Stenbolê ya li Çaglayanê kirin. Firat Epozdemîr piştî li dozgeriyê îfade da, dozgeriyê bi îdîaya “Endamtiya rêxistinê” ew bi daxwaza girtinê sewqî dadgehê kir. Dadgehê jî piştî li îfadeya Firat Epozdemîr guhdar kir, biryara girtinê da û şand girtîgehê.