Rêxistina DEM Partî û DBPê yên Sêrtê banga tevlêbûna mitînga “Hêvî û Azadiyê” ya ku wê di 25ê Çileyê de bê lidarxistin, kirin.
Rêxistina Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) û Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) yên Sêrtê bi boneya lidarxistina mitînga “Hêvî û Azadiyê” ya ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ku wê li qada îstasyonê ya Amedê bê lidarxistin banga tevlibûna mitîngê kirin.
Hevserokên DEM Partî û DBPê ji bo tevlibûna mitînga “Hêvî û Azadiyê” ya ji bo azadiya fîzîkî ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bang li gelê Sêrtê kirin ku tev li mitîngê bibin û gotin: “Di 25ê vê mehê de roja yekşemê bila herkes biçe qada Îstasyonê ya Amedê tev li mitînga azadiya Rêber Apo bibin. Em ê saet di 08:00an de li ber deriyê avahiya DEM Partiyê kom bibin û ber bi qada mitîngê ve biçin. Em hemû gelê xwe beşdarî mitîngê dikin. Azadiya birêz Abdullah Ocalan azadiya Rojava ye.”













