Rêveberiya Navendî ya DEM Partiyê ji bo pêvajoya nû nîqaş bike û nexşerêya ku dê di dema pêş de bê şopandin diyar bike, li hev civiya.
Endamên Desteya Rêveberiya Navendî (MYK) ya Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) bi serokatiya Hevserokên Giştî Tulay Hatîmogullari û Tûncer Bakirhan li navenda partiyê li hev kom bûn. Rojeva sereke ya civînê jî wê geşedanên piştî banga Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan a “Banga Aştî û Civaka Demokratîk” be. Di civînê de wê qonaxa heyî ya pêvajoya bi armanca çareseriya pirsgirêka Kurd û demokratîkbûyîna welat, bê nîqaşkirin. Her wiha dê li ser qewimandinên di pêvajoya nû de bên nirxandin.
Di hevdîtinê de wê gav û pêşniyarên ku Abdullah Ocalan dixwaze der barê pêvajoyê de bên avêtin jî bên nîqaşkirin. Mijareke din a civînê jî wê bername û çalakiyên di rojên pêş de ji bo vegotina pêvajoya nû bên destpêkirin be. DEM Partî ji bo qala pêvajoya nû bike dê 1950 civînên gel û her wiha “Festîvalên Demokrasiyê” û şahiyan organîze bike, binirxîne. Wê têkildarî van çalakiyan plansazî bê amadekirin.