Rêveberiya Xweser a Şengalê ragihand ku li dijî Şengalê planên nû yên qirêj di rojevê de ne û wiha got: “Li şûna ku hêzên berxwedanê yên dema fermanê Şengal parastin were naskirin, siyaseta tunekirinê tê ferzkirin. Em peyama xwe digihînin Serokwezîrê Iraqê Sûdanî û bang dikin ku hikûmet helwesteke zelal û cidî nîşan bide. Rêveberiya Xweser a Şengalê amade ye ku hemû pirsgirêkan di çarçoveya yasayî de çareser bike.”
Rêveberiya Xweser a Şengalê derbarê gef û metirsiyên nû yên li ser Şengalê û planên ku îradeya civaka Êzidî hedef digire daxuyaniyeke girîng weşand û hişyarî da aliyên pêwendîdar. Rêveberiya Xweser a Şengalê da zanîn ku li gor agahiyên hatine ber destê wan, planên nû yên qirêj ên li dijî Şengalê di rojevê de ne û ji bo rewşa heyî peyama xwe rasterast gîhand Serokwezîrê Iraqê Mihemed Şiya Sûdanî da ku li hemberî van plan û tevgerên bi guman hikumeta Iraqê helwesteke zelal û cidî nîşan bide. Rêveberiyê her wiha diyar kir ku ji her guhertinek ku bi zorê li Şengalê were ferzkirin jî ewê dewleta Iraqê weke berpirsyarê yekem bibînin.
‘Siyaseta tunekirinê li ser Êzidiyan tê meşandin’
Rêveberiya Xweser a Şengalê her wiha îşaret pê kir ku li şûna ew hêzên berxwedanê yên di fermanê de parastina Şengalê kirine ji aliyê hikumetê ve werin naskirin, siyaseta tunekirinê li ser îradeya civaka Êzidî tê meşandin ku ev yek nayê qebûlkirin. Rêveberiya Xweser helwesta xwe ragihand ku ew amade ne hemû pirsgirêkên heyî di çarçoveya yasayî de çareser bikin û banga berpirsyariyê li raya giştî kir.
‘Şengal bi xeteriyan re rû bi rû ye’
Di daxuyaniyê de guherînên li Rojhilata Navîn hatin destnîşankirin û wiha hate gotin: “Welatê me Şengal jî wekî herêmeke stratejîk û hîstiyar paya xwe ji van guhartinan digire û careke din bi xeteriyên nû û metirsîdar re rû bi rû dimîne. Li gorî agahiyên di destê me de, li dijî Şengalê planên nû û qirêj di rojevê de ne. Ev plan çi bi rêya hêzên leşkerî yên derve be, çi jî bi rêya tevgerandina şaneyên razayî yên tundrew be, bi temamî aramiya herêmê û vîna gelê me dikin hedef. Ji ber van agahiyên girîng, em wekî erkeke exlaqî û mirovî dibînin ku civaka xwe, raya giştî ya cîhanê, nas û dostên civaka xwe li ser vê rewşa xeter agahdar bikin û dengê xwe bigihînin her kesî.”
‘Tirkiye dixwaze tevliheviyê derxe’
Rêveberiya Xweser di daxuyaniyê de gefên Wezîrê Karên Derve yê Tirkiyê Hakan Fîdan bi bîr xistin û ev tişt gotin: “Li derdora Şengalê liv û tevgerên ne asayî hatine dîtin û hin kesayetên ku di bin xizmeta berjewendiyên dewleta Tirk de ne bi her awayî hewil didin ewlahiya herêmê têk bibin û fitneyê di navbera pêkhateyan de biçînin. Em wekî Şengal ku parçeyek ji axa Iraqê ne, bi bîr dixin ku di salên derbasbûyî de dema dewletê erka xwe ya parastina Êzidiyan pêkneanî û gelê me rastî fermaneke reş hat, gelê me bi rêya hêzên xwe yên parastinê ev erk girt ser milê xwe û axa xwe parast. Mixabin îro li şûna ku ev hêzên berxwedanê were naskirin, siyaseta tunekirinê li ser îradeya civaka me tê ferzkirin û ev yek nayê qebûlkirin.”
‘Divê hikumeta Sûdanî helwesteke zelal nîşan bide’
Di daxuyaniyê de bang li Hikûmeta Navendî ya Iraqê hate kirin û wiha wiha hate gotin: “Ji bo vê rewşa bi guman a heyî, em peyama xwe rasterast digihînin Serokwezîrê Iraqê Mihemed Şiya Sûdanî û bang dikin ku hikûmet li hemberî van hewildanên bi guman helwesteke zelal û cidî nîşan bide; ji ber ku her bûyereke leşkerî, siyasî an civakî ya ku jiyana gelê me bike hedef, wê karesatên mezin bi xwe re bîne û civaka me ya ku hêj birînên fermanê di dilê wê de ne, wê nekaribe zilmeke wiha nû rake.”
‘Em çareseriya yasayî re amade ne’
Rêveberiya Xweser a Şengalê ragihand ku ji hemû çareseriyê zagonî re amade ne û wiha domand: “Bi salane em ji bo vegera gelê xwe û jiyaneke azad bi hêzên xwe yên wekî YBŞ, YJŞ û Asayîşê bedelên giran didin, her dem amadehiya xwe ya ji bo diyalogê nîşan didin da ku pirsgirêk bi awayekî qanûnî werin çareserkirin. Em wek Rêveberiya Xweser a Şengalê amade ne ji bo ku hemû pirsgirikên heyî di çarçoveyên yasayî de çareser bikin.”
‘Em nehêlin Şengal bibe parçeyek ji qada şer’
Li ser mijarê heta destnîşan kirin ku dê destûr nedin Şengal bibe perçeyek qada şer û daxuyanî wiha hate bi dawîkirin: “Niha me her dem hewil daye ku civaka xwe û erdnîgariya Şengalê ji qadên şer dûr bixin, lê di rewşeke berevajî de û ji bo her guhertinekê ku bi zorê were ferzkirin, emê dewleta Iraqê wekî berpirsyarê yekem bibînin. Em bang li hemû aliyên aşitîxwaz û dijberên şer dikin ku li hemberî van planan bibin xwedî helwest her wiha bang li gelê xwe, hemû hêzên siyasî, civakî û leşkerî dikin ku ji bo parastina mafên civaka Êzidî û hemû pêkhateyên Şengalê, bi yekitiyeke xurt a neteweyî tevbigerin û rê nedin ku aliyên nexêrxwaz careke din Şengalê bikin qada şer û malwêraniyê.”













