Rêveberiya Xweseriya Demokratîk diyar kir ku hilbijartinên ku hikumeta demkî ya Şamê amadekariyên wan dike, ne demokratîk in û bi tu awayî vîna Sûriyeyiyan nîşan nadin.
Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê der barê ”hilbijartinên parlamentoyê” ku hikumeta demkî ya Şamê amadekariyên lidarxistina wan di îlonê de bê kirin de daxuyaniyek da.
Daxuyanî wiha ye:
“Piştî hilweşîna rejîma Esed heta roja îro, ku bi Konferansa Diyaloga Neteweyî, avakirina hikumeta demkî, ragihandina Danezana Destûrê û îro ragihandina hilbijartinên parlemantoyê li Sûriyeyê, hemû gav li dijî armancên şoreşa Sûriyeyê bûn. Armanca şoreşa Sûriyeyê pêkanîna edalet, demokrasî, wekhevî û azadî ji bo tevahî pêkhateyên Sûriyeyê bû. Sûriyeyiyan di oxira bidestxistina mafên hemwelatîbûna rastîn, bi taybet mafên namzetbûnê ji bo xebat û denganê di hilbijartinên azad û şefaf de canê xwe feda kir. Lê belê, em dibînin ku dîrok xwe dubare dike û ev maf careke din ji hemû Sûriyeyiyan tê standin. Ji ber ku ev hilbijartin nedemokratîk in û bi tu awayî îradeya gelê Sûriyeyî nîşan nadin. Ji bilî berdewama marjînalîzekirin û dûrxistinê ku Sûriyeyî di 52 salên borî de di bin desthilatdariya Baasˊê de kişandine, tiştek din temsîl nakin.
Lidarxistina qaşo hilbijartinan di vê demê de dûrxistina nîvê Sûriyeyiyan ji vê proseyê ye, çi bi rêya koçberiya bi darê zorê be, çi jî bi rêya polîtîkayên sîstematîk ên ku armanc dikin pêşî li beşdarbûna hemû pêkhate û hêzên çalak di şekildana pêşeroja welêt de be, bigirin. Ev dûrxistin bi serê xwe delîleke biguman e ku qaşo hilbijartin gaveke şeklî ne û bersiva daxwazên çareseriya siyasî ya berfireh ku pêdiviya Sûriyeyan e, nadin.
Em dixwazin destnîşan bikin ku ‘binavkirina herêmên me wekî ne ewle ya ji bo rewakirina siyaseta înkarkirina zêdetirî 5 milyon Sûriyeyî, ne rast e. Ji ber ku herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê li gorî herêmên din ên Sûriyeyê ewletir in.
Em wek beşek yekgirtî ya Sûriyeyê û gelê wê ne, em her tedbîr an biryarek ku bi zihniyetek yekalî ku qurbanî û mafên rewa yên hemû pêkhateyan paşguh dike, red dikin. Em ê bi pêkanîna tu biryareke ku di çarçoveya vê rêbaza dûrxistinê de hatiye dayîn re eleqedar nebin û em ê van hilbijartinan wekî girêdayê gel û herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ne ,nebînin. Em bang li civata navneteweyî û Neteweyên Yekbûyî dikin ku van hilbijartinan, ku bi biryara 2254 ‘re nakok in, nas nekin.
Di dawiyê de, em careke din diyar dikin ku çareseriya li Sûriyeyê bi dubarekirina polîtîkayên berê pêk nayê, berevajî bi pêvajoyeke siyasî ya berfireh ku hemû Sûriyeyî, bêyî ku li girêdayîbûn û îradeya wan a azad binêrin, beşdar bibin, pêkan e. Da ku em Sûriyeyeke demokratîk, pirrengî û nenavendî ku mafan garantî bike û asoyên aştî û aramiyê veke, ava bikin.”