Bijîşkan diyar kir ku rewşa rojnameger Huseyîn Aykol ê ku di 14ê cotmehê de xwîn çûbû ser mejiyê wî, xerab e.
Rojnameger û nivîskar Huseyîn Aykol di 14ê cotmehê de li mala xwe ya li Enqereyê, xwîn çû ser mejiyê wî û rakirin Nexweşxaneya Perwerde û Lêkolînê ya Sîncanê. Li nexweşxaneyê jî careke din xwîn çû ser mejiyê wî û niha li beşa çavdêriya awarte tê tedawîkirin. Di dema tedawiyê de enfeksiyon girt û tedawiya wî wdidome. Bijîşkê Huseyîn Aykol da zanîn ku tansiyona wî dikeve û hewl didin kontrol bikin.
Bijîşk, got ku xetereya li ser jiyana Huseyîn Aykol di astekî krîtîk de ye û ji bo kontrolkirina tansiyona wî dest bi tedawiya dermanan kirine.
Serdanên ji bo nexweşxaneya Huseyîn Aykol lê tê tedawîkirin didomin. Di roja 14’emîn de nivîskar Fîkret Başkaya, Wekîla DEM Partiyê Sevîlay Çelenk, Hevserokê Şaxa ÎHDa Enqereyê Omer Faruk Yazmaci, rêveberiya ÎHD’ê û parêzerên OHD’ê çûn serdanê.













